Li Colemêrgê gel ber bi qada mîtîngê ve diherike

Li Colemêrgê ji bo mîtînga bi dirûşma 'Şaredarî yên gel e, em ê rê nedin desteserkirinê' girseya gell qadê dadigire.

Li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê li bajêr bi dirûşma 'Şaredarî yên gel in, em ê nehêlin bê desteserkirin' mîtîng tê lidarxistin.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” tê lidarxistin.

Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin mîtînga ku dê li Otogara li taxa Tekserê ya Colemêrgê bê lidarxistin. Têketina otobusan ya li bajêr hate astengkirin. Li ser vê yekê hin welatiyên ku ji otobusan peya bûn bi peyatî, hin jî bi wesayîtên bajêr hatin navenda bajêr û berê xwe dan Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê.

Bi nêzîkbûna dema mîtîngê re bi hezaran kes bi dirûşmeyên "Colemêrg a me ye", "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" ber bi qadê ve meşiyan. Li qadê pankartên “Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin”, “Ji qeyûm re na, ji xespê re na”, “Dest nede vîna min, şaredarî yên gel in”, “Ne qeyûm ne tecrîd, azadî ji bo gelê kurd” û “Qeyûm talan e, em rê nadin xesp ê” hatin daliqandin. Herîkîna gel a ji bo mitîngê didome û dê mîtîng di demekî nêz de dest pê bike.
 
BEŞDARÊN MÎTÎNGÊ
 
Tê payîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, Endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, Endamê MYK’ê yê EMEP'ê Orhan Kûrûl, Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, Endamê MYK'ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş wê di mitîngê de biaxivin.