Şaredariya Bajarê Nû hewl dide xisarên ji ber qeyûm çareser bike

Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergun ragihand ku wan enqazek ji qeyûm wergirtine û got, tevî deyn û talanê jî ew karekî berfireh dimeşînin.

XISARÊN JI BER QEYÛM

Hevşaredarê Bajarê Nû yê Amedê Mehmet Ergun ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di dema qeyûm a 8 salan de malên şaredariyê hatin firotin, saziyên şaredariyê pêşkêşî saziyên cuda hatin kirin. Ergun diyar kir ku ne tenê ji aliyê aborî ve her wiha li ser nirxên gel jî xisareke mezin hatiye kirin û got, "Navendên ku li ser zimanê dayikê perwerde didan hatin girtin, hemû saziyên cudanan pêşkêşî saziyên cuda hatin kirin. Bi vî rengî kesên ku dest danîn ser îradeya gel bi salan li ser rêveberiyê man."

BI 3 MILYARÎ FIROTINA ERASEYÊ

Ergun destnîşan kir ku ti xizmet ji gel re nehatiye kirin, çavkanî hemû pêşkêşî alîgiran hatiye kirin û got, "Di navbera salên 2021 û 2024'an de bi 650 milyon lîreyê erase têne firotin Nirxê niha yê van eraseyan niha 3 milyar TL ye. Navendên me yên ciwanan, malên me yên Jiyanê ya Jinan, malên me yên jiyana astengdaran hebûn, hemû pêşkêşî saziyên cuda hatin kirin."

EM BI BERPIRSYARIYÊ TEVDIGERIN

Ergun ragihand ku ji roja dest bi wezîfeyê kirine û vir ve ji bo çareserkirina xisara ji be qeyûman rû dane ew bi xurtî kar dikin û got, "Ji roja ku me dest bi kar kir, em xizmetê dikin. Li gel xisarên hatine dayin jî em ê xizmeta xwe dewam bikin. Ji aliyê xizmetê ve bila gumana gelê me tine be. Em ji bo îradeya gelê xwe li vê derê ne û bi vê berpirsyariyê tevdigerin. Hemû yekîneyên me ji bo xisaran ji holê rakin bi berfirehî dixebitin. Şaredariya me bi 141 milyon TL'yî xistine binê deynan. Hemû wesayitên şaredariyê pêşkêşî saziyên cuda kirine. Em hewl didin vê xisarê ji holê rakin. Weke şaredariyê projeyên me hene, em hewl didin van projeyan bixin meriyetê. Em hewl didin ji bo jin û ciwanên xwe qadên kar ava bikin. Xisar û talan mezin jî be em ê xizmeta ji bo gelê xwe dewam bikin."