BI DÎMEN

Roj bi roj jiyan di kampan de zehmettir dibe: Av jî nayê dabînkirin

10 sal li ser fermana sala 2014’an a bi serê civaka Êzidî hatî derbas dibin. Mîna sala yekem li kampên Başûrê Kurdistanê şert û mercên jiyanê zehmet in.

KAMPA QADIYA

Xelkê Êzidî di sala 2014’an de li tevahiya Bakur, Başûr û Rojvayê Kurdistanê belav bû. Piraniya wan jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn û li kampan belav bûn.

Yek ji wan kampên ku piraniya xelkê Şengalê lê bi cih bûn kampa Qadiya 1-2 ya bi ser Zaxo ya parêzgeha Duhokê ye.

Bi sedan malbatên Şengalî li Kampa Qadiya bi cih bûbûn. Ji sala 2014’an heya roja me ya îro bi dehan caran agir bi vê kampê ketiye û carekê jî ji aliyê belafiran ve hate bombebarankirin.

Ev deh rojin xelkê vê kampê bê ave û jiyana wan zehmet bûye. Piştî wezareta koç û koçberan a Iraqê biryar da ku wê di 30’ê Hezîranê de derê tevahî kampan bigire û hemû koçberan vegerîne ser cih û warê wan, êdî hikûmeta Başûr jî hemû pêdiviyên jiyanê ji ser gel qut kir û nahêle di wan kampan de av jî were firotin.

Herî dawî wezarata koç û koçberan ragihand ku her kesê beriya 30’ê Hezîranê vegere ser cih û warên xwe wê alîkarî bi wan re bê kirin û kesên ku piştî 30’ê Hezîranê vedigerin wê ji alîkariyan bê par bimînin.

Hikûmeta Başûr jî ketiye nava hewldanan ku wan koçberan asteng dike û nahêlin vegerin ser cih û warên xwe.