Li Rihayê cerdevanan bi piştgiriya jendermeyan dest danîn ser zeviyên gundiyan

Li gundê Karacaoren ê navçeya Heweng a Rihayê cerdevanan dest danîn ser zeviyên gel. Tevî îtiraza gundiyan û biryara dadgehê jî cerdevan zeviyan bi kar tînin.

TALANKERIYA CERDEVANAN

Li gundê Karacaorenê yê navçeya Heweng a Rihayê cerdevan Fedîl Çakmak, Şeydî Çakmak, xizmên wan Ramazan Kîraz, Fethî Ozaydin, Ziya Guleç zeviyê xezîneyê yê ku ji aliyê gundiyan ve dihate bikaranîn ji bo salên 2023 û 2024'an ji Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajê a Ûrfayê kirê kirin. Lê belê gundî li ber vê biryarê rabûn. Li ser vê yekê Walîtiya Ûrfayê ev mijara kirêkirinê rawestand. Li gel biryarê jî cerdevan hîn jî zeviyê ji 950 donimî bi kar tînin. Cerdevan xwe dispêrin sercerdevan Mehmet Çakmak ku xizmê wan e û li Fermandariya Jendermeyan a Tûtlûcayê cerdevan e. Cerdevan Mehmet Çakmak gefê li gundiyan dixwe ku wan binçav bike.

Ji bo zeviyê ku cerdevanan dest danîne ser di şerekî beriya 33 salan de cerdevanan bi çeka dewletê kesek qetil kiribûn. Gundiyan têkildarî mijarê serî li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr dabûn, lê belê serlêdan bê encam mabû. Gundî bi fikar in û dibêjin, 'Eger bi vî rengî dewam bike dibe ku xwîn birije', lê belê bi gotina 'Hûn gefê li jendermeyan dixwin, em ê we bigirin' bersiv ji vê fikara gundiyan re hate dayin. Gundiyan diyar kirin ku li gel hemû hewldanan û biryara walîtiyê jî cerdevan hîn jî zeviyan bi kar tînin.