HEVPEYVÎN

Xwedêda Elyas: Weke ku mala min hate teqandin ne meclîs!

Meclîsa Gel a Sinûnê 2 sal beriya niha bi mayînên destê sîxuran hate teqandin. Xwedêda Elyas ku wê demê hevserokê meclîsê bû, wiha got: ‘‘Me meclîs weke mala xwe didît, min wisa hîs kir ku mala min hatiye teqandin ne meclîs.’’

Di 15’ê Hezîrana sala 2022’yan de Meclîsa Gel a Sinûnê bi mayînan hate teqandin, di êrişê de zarokê bi navê Selah Naso yê 12 salî şehîd bû û 8 kesên din jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran Îbrahîm Derwêş Evdî bû ku birîna wî giran bû, rakirin nexweşxaneya Mûsilê piştî hefteyekê li nexweşxaneyê şehîd bû. Sîxurên MÎT û PDK’ê li xwe mikur hatin ku wan ev êriş pêk aniye û bûne sebeba şehedeta van kesan. Di derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas ku wê demê Hevserokê Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê bû, ji ANF’ê re axivî û got: ‘’Teqandina Meclîsa Gel a Sinûnê weke roja fermanê bi êş bû.’’

Xwedêda Elyas da zanîn ku Meclîsa Gel a Sinûnê di 15’ê Cotmeha sala 2017’an de li ser xwesteka gelê Sinûnê hatiye avakirin û derbarê xebatên meclîsê de wiha axivî: ‘’Gelê Sinûnê li derdora Meclîsa xwe kom bû, piştî ku meclîsa avaker a Şengalê di sala 2015’an de hatî avakirin modeleke nû bi xwe re anî. Wê deme ne Iraq li heremê hebû ne jî PDK li ser axa me hebû, hemûyan pişta xwe dabû gelê Êzidî. Di wan şert û mercan de avakirina Meclîsekê ne tiştek ji rêzê bû, lê bi saya wan kesên ku di çiya de li ber xwe dan Meclîs li ser linga ma û ji Iraqê re bû modelek.’’

‘JI BER BAWERIYA ME BI KESÎ NEMA ME MECLÎS AVA KIRIN’

Hevserokê Desteya Rêveber Xwedêda Elyas destnîşan kir ku sedema avakirina Meclîsa xweser û şaxên wê ji egerê reva PDK’ê û ne parastina gelê Şengalê ji aliyê hikûmeta Iraqê bû û wiha pê de çû: ‘’Ger em sala 2014’an li bîra xwe bînin ti kesî gelê Êzidî neparast û rû bi rûyî qirkirinekê hiştin, sala 2017’an jî bi heman şêwazî PDK’ê careke din pişta xwe da gelê Êzidî û ji Şengalê reviya. Civaka Êzidî nema baweriya xwe bi ti hêzên derve tîne, sedema ku Meclîs werin avakirin, hêzên me yên leşkerî hebin û em xwe bi xwe bi rêvebibin ev bû.’’

‘GELEK CARAN HEWL DAN PERGALA XWESERIYÊ BIŞKÎNIN’

Xwedêda Elyas bi bîr xist ku di nav van salên borî de bi hedefgirtina fermandar û pêşengên civaka Êzidî hewl hate dayîn ku civaka Êzidî paş ve gav bavêje û wiha berdewam kir: ‘’Hêzên desthilatdar gelek caran hewl dan pergala xweseriya demokratik li Şengalê bê bandor bikin, gelek egîd û fermandarên me hedef girtin û şehîd kirin. Meclîs û saziyên me rastî êrişan hatin, her rêbaza qirêj li ser gelê me dane meşandin. Lê ev êrîş bandora xwe li ser civaka me nekir û me roj bi roj kar û xebata xwe berfireh û bihêztir kir.’’

‘PDK’Ê BI VÊ ÊRIŞÊ RE RÛYÊ XWE YÊ REŞ CAR DIN NÎŞAN DA’

Xwedêda Elyas diyar kir ku ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê bêrawestan bi erk û berpirsyariya xwe radibû û pirsgirêkên gel çareser dikir, rastî êrişa sîxur û xwefiroşan hat û roja êrîşê wiha anî ser ziman: ‘’Dema ku Meclîs hate teqandin gelek kesên PDK’yî li ser medya axivîn û gotin di Meclîsa Sinûnê de civîneke PKK’ê hebû û 15 rayedarên wan hatine kuştin. Lê yê ku şehîd jî ketibûn gelê me bû, lê hîna jî li PDK’ê bi zehmet bû ku bêjin şehîd in. Gelo kesên şehîd ketin kî bûn? Zarokê bi navê Selah Naso û çalakgerê Êzidî Ibrahîm Derwêş Evdî bûn. Gelo ev fermandarên PKK’ê ne yan jî zarok û rêhevalê me bûn? PDK’ê bi vê êrîşê careke din rûyê xwe yê reş nîşanî civaka Êzidî da. Sedema teqandina Meclîsê ew bû ku di wan rojan de gelê me yê di kampên Başûr de vedigeriya ser cih û warên xwe. Xwestin xwe ji vê êrîşê bêpar bikin lê bi girtina sîxurên PDK’ê û MÎT’ê re careke din derket holê ku destê kê tê de heye û hedef û armanc çi ne.’’

‘TEQANDINA MECLÎSÊ WEKE KÊLIYEK JI FERMANÊ BÛ’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas behsa kêliya teqîna Meclîsê kir ku çi hest pê re çêbûne û got: ‘’Dema min bihîst Meclîs hatiye hedefgirtin, gelek hestên cuda bi min re çêbûn. Ji min re weke kêliyek ji roja fermanê bû. Ji ber ku me meclîs weke mala xwe didît, bi qasî me dema xwe li Meclîsê û di nava gelê xwe de derbas dikir, me li mala xwe dem derbas nekir. Gelek caran hestekî wisa bi min re çêdibû ku mala min hatiye teqandin ne meclîs.’’

‘PDK û MÎT CIWANAN DIKE SÎXUR’

Xwedêda Elyas herî dawî qala Sîxurên PDK’ê û MÎT’ê jî kir û bang li malbatên civaka Êzidî kir ku nehêlin zarokên wan bikevin xefkên dijminê koka xwe û wiha dawî li gotinên xwe anî: ‘’Kesek ji wan her roj serdana meclîsa me dikir, me ji endamekî xwe bêtir qedir û qîmet didayê lê me nedizanî ku sîxur e û pilanek li ber heye. Çawa mirov dikare ji dijminê xwe re bibe hevkar. Em li vir bang li gelê xwe dikin, bila çavên we li ser zarokên we be.’’