Gerîla bi taktîkên afirîner serketinê misoger dike

Hêzên gerîla ku bi şerê xwe ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên di bin zilma dagirkeran de ne bûne hêvî, bi taktîkên xwe yên afirîner serketinê misoger dikin.

BERXWEDANA GERÎLA

Di serdema zanistî û teknolojiyê de dewlet bi teknîka xwe tevlî qada şer dibin. Lê belê yekane hêza ku di bin êrişên bi çekên kîmyewî û nukleer de teknîka xwe diafirîne hêza gerîla ye. Lewma duyemîn artêşa mezin a NATO'yê li pêşberî afirîneriya taktîkî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye. Ev afirînerî di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê bûye meraqek. Di nava çar salên dawî de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Teknîkek nema ku bi kar neanîn. Dijmin dawiya dawî hêviya xwe bi çekên kîmyewî û nukleerî spart. Êrişên mezin ên ku têra tinekirina dewletekê dikin di nava 4 salên dawî de li çiyayên Kurdistanê têne têkbirin. Bêguman bersiva li vî şerî ne tenê berxwedan e. Hêzên gerîla bi çalakiyên xwe bersiva xurt û pêwîst didin dijmin. Lê belê ya herî balkêş jî gava gerîla ya taktîkî ye.

Dewleta Tirk a dagirker her roj bi sedan carî êriş dike. Dema ku bîlançoya rojeke bi tenê ya van êrişan bê eşkerekirin wê neserketina dewletê eşkere bibe. Mînak, di 3'ê Hezîranê de 10 caran bi balafirên şer, 281 caran bi çekên giran û navîn, 8 caran bi gazên kîmyewî, 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneya bombebarkirî êriş kirin. Li gel ewqas êrişan jî tiştek bi hêzên gerîla nehat. Hêzên gerîla bi çekên navîn çalakî kirin, di encamê de 4 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn. Serkatina gerîla bi kamerayan hate kişandin. Bi çekên giran jî gelek çalakî kirin. Ev çalakî tabloya ku dagirker ketinê nîşan dide.

ÇAVKANIYA ÇALAKIYAN BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ YE

Bê guman ev gavên taktîkî û berxwedana gerîla, çavkaniya xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev 25 sal û 4 meh in li Îmraliyê şerê man û nemanê tê meşandin. Gerîla jî ji vî şerî hêza xwe digire û dike perspektîfên şerê xwe. Lewma îrade û berxwedana ku ev çar sal in li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, sînorê mejiyan derbas kiriye. Rojane li hember çekên kîmyewî û taktîk nukleeran berxwedan û çalakî tê kirin ku mînakeke wê nehatiye dîtin. Lê dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û meşandina li ser xeta şehîdan ev ruh afirandiye. Şerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê hêzeke nekeftî derxistiye holê û ji bo gelê Kurd jî artêşeke ku serketinê misoger dike afirandiye. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji her gelekî ku êşa bindestiya dagirkeriyê dikşîne, roja îro Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi şerê xwe yê serdemê dibin hêviyeke mezin a serketinê. Ew bi tekoşeriya xwe, bi pêşveçûnên xwe, bi felckirina ku di dagirkeriyê de ava dikin vê hêviyê radixin ber çavan. Bi zelalî mirov dikare bêje gerîlayên azadiya Kurdistanê bûne nefeseke ku hêviya jiyana azad dide her gelekî bindest. Her wiha bi  afrînerî, pêşxistina rêbaz, taktîk, bi hêza xwe ya guhertin û veguhertinê her diçe vê nefesa xwe berfirehtir û bi bandortir dike.