Mehmet Saît Uçlu li Rihayê hat bibîranîn

Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Saît Uçlu ji hêla hezkirî û xizmên xwe ve hat bibîranîn û got: “Beriya 45 salan li Curnê Reş dest pê kir. Em mizgîniya Curnê Reş didin wan. Ev keda wan a bi heqîqetê dest pê kir roj b roj mezin dibe.”

MEHMET SAÎT UÇLU

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mehmet Saît Uçlu yê ku di 29’ê Adara 2021’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li mala malbata xwe ya li Rihayê hat bibîranîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de komeke qelebalix çûn serdana birayê Uçlu Îmîhan Ateş ê ku li navenda Rihayê ye. 

Omer Ocalan piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan axivî û got: “Saît Xoce mîraseke mezin ji me re hişt. Di jiyana xwe ya 65 salan de berdêlek mezin da têkoşîna azadiyê. Beriya 45 salan li Curnê Reş dest pê kir. Em mizgîniya Curnê Reş didin wan. Ev keda wan a bi heqîqetê dest pê kir roj b roj mezin dibe.” 

‘WÎ HEQÎQETÊ RONÎ KIR’

Hevalê wî yê têkoşînê û endamê PM'ê yê DBP'ê Îsmaîl Kîno ê ku demeke dirêj di heman girtîgehê de bi hev re man, behsa bîranînên xwe kir. Kino got: “Me di sala 1978’an de li Îzmîrê hev nas kir. Di sala 1979’an de ez û heval Saît jî di sala 1980’î ​​de hatin girtin û me hevdu di hovîtiya zindana Amedê de dît. Me bi hev re têkoşînek mezin da. Têkoşîna azadiya Kurd li zindana ku dihat xwestin têk biçe, roj bi roj mezin bû. Ew hunermend, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan bû. Wî bi pirtûkên xwe heqîqetê ronî kir.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî got, “Jiyana xwe bexşî têkoşînê kir. Bû pêşengê civakê. Di vê rêyê de jiyana xwe feda kir. Ji bo têkoşîna azadiya gelan xwe feda kir. Em ê mîrateya wan bidomînin. Em ê rêya ku wan vekiriye berdewam bikin." 

'JI BO KURDISTANÊ TÊKOŞIYA’

Birayê Uçlu, Îmihan Ateş jî wiha got: “Ew ne tenê kekê min bû, kekê me hemûyan bû. Ji bo malbata xwe tiştek nekir; tenê ji bo Kurdistanê  têkoşiya. Tişta ku herî zêde me xemgîn dike ew e ku em di dema şehadeta wî de ne li gel wî bûn. Ew ne tenê kekê me bû, ew kekê me hemûyan bû.”

Hevalên din ê Uçlu yên têkoşînê ku beşdarî serdanê bûn, diyar kirin ku Uçlu peratîzekirina jiyanê çawa bijîn bû.