HPG: Dagirkerek hate cezakirin, droneyek, radarek û mobesseyek hatin îmhakirin

HPG'ê ragihand ku li herêmên Metîna, Garê û Rojavayê Zapê di çalakiyan de dagirkerek hatiye cezakirin, droneyek, sîstemeke radarê û mobesseyek hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 10 û 11'ê Hezîranê û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêm Metînayê;

10'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Hezîranê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin.

11'ê Hezîranê saet di 11:15'an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li Herêma Garê;

11'ê Hezîranê saet di 11:30'î de droneyek li ser qada Girê Zengilê digeriya bi çekên ferdî hate îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

10'ê Hezîranê saet di 08:12 û 14:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

10'ê Hezîranê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

10 û 11'ê Hezîranê qadên Lolan, Xinêreya Jor, Girê Şehîd Şerîf, Sinînê 6 caran, li herêma Garê qadên Kanîsarkê û Deşta Kafyayê 2 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê y Bêşîlî 3 caran, bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Hezîranê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bamernê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."