Hêzên gerîla li gelek herêman li dagirkeran xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla li gelek herêman li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

LI AVAŞÎN Û GEVERÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

"Li Herêma Avaşînê;

11'ê Hezîranê saet di 17:00 de li qada Kaniya Biyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Geverê;

6'ê Hezîranê li ser rêya Gever û Şemzînanê 2 xefikên wênekişandinê yên dagirkeran hatin îmhakirin.

Li Herêma Metînayê;

12'ê Hezîranê saet di 17:45'an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 kamerayên mobesse yên dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA LI ROJAVAYÊ ZAPÊ ZÊDE BÛN

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

11'ê Hezîranê saet di 05:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyeke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Hezîranê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi suîqestê hate îmhakirin.

11'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketin nava liv û tevgerê. Di encamê de dagirkerek birîndar bû.

11'ê Hezîranê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12'ê Hezîranê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

12'ê Hezîranê saet di 08:15 û 09:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

12'ê Hezîranê saet di 10:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

12'ê Hezîranê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ DEWAM DIKE

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

11'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

11 û 12'ê Hezîranê li herêma Qendîlê qadên Zergelê, Girê Bîstûsê 7 caran, li herêma Xakurkê qada Sinînê carekê, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qada Deşta Kafyayê 2 caran, li herêma Heftanînê qada Kanî Biyê 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna û Bêşîlî 6 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."