JIN
Jinên ku ji bo aştiyeke mayinde û bi rûmet li Enqereyê li hev kmo bûn, li ber deriyê Meclîsê daxuyaniyek dan. Jinan gotin, "Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne."
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû gotin, gelekî girîng e ku jin yekîtiya komunên xwe ava bikin, bi vî rengî hem jiyanê ava bikin û hem jî xwe biparêzin.
PAJK’ê, bi hezkirin, hurmet û minetdarî hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku xeda fedaî da destpêkirin û Sema û Gulan ên ku dan ser şopa wê bibîr anî û got, “Meha Hezîranê di têkoşîna me ya azadiya jinan de meha jinên fedaî ne.”
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."
Hemû Nûçe
-
-
Kete ser şopa Helmetan
Gerîlaya YJA Starê Vejîn Helmet got: “Dema min li PDK û YNK’ê temaşe dikir, min didît ku ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Min dît ku PKK partiyek ya gel e.”
-
-
-
-
Hijmara nû ya Newaya Jinê derket
Hijmara nû ya Newaya Jinê bi manşêta, ''Em ber bi şerê we ve diherikin'' derket, rojname li ser komkujiya Parîsê û Silopya sekiniye.
-
Dîrok Cûdî: Ez jî pêşmerge bûm...
Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî ku berê pêşmerge bû, bal kişand ser zîhniyeta PDK'ê ya ku îradeya jinê ji nedîtî ve tê û got, "PKK tevgera mirovahiyê ye. Her kesên ku dixwazin azad bibin û azadiya gelan dixwazin, divê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê."
-
Kampanya TJA'yê dewam dike
Kampanya "Em xwe diparêzin" a ku ji aliyê TJA'yê ve ji bo 4 mehan hate destpêkirin, bi karên cihêreng dewam dike.
-
-
-
-
Ji Guven peyama sala nû
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê rehîn tê girtin bi rêya telefonê li gel keca xwe axivî, diyar kir ku hê jî di qawîşa karantînayê de ye û sala nû ya her kesê pîroz kir.
-
-
-
Polîsan êrîşî jinan kir: 7 kes destgîr kirin
Polîsan êrîşî çalakiya jinên ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” hatin gel hev kir û 7 jin destgîr kirin.
-
-
-
Kurtaj li Arjantînê qanûnî bû
Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên ji 12 saetî, mafê kurtajê qanûnî kir. Bi vî rengî bû yekemîn welatê Latîn Emerîkayê ku mafê kurtajê qanûnî kir.
-
'2021 wê bibe sala azadiya Rêbertî û têkbirina faşîzmê'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Sala 2021 wê bibe demeke xurt a kar û têkoşînê. Ji bo azadkirina Rêberê me û hesabpirsîna ji faşîzmê, di çarçoveya pêngavê de em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal bimeşînin."
-
TJK-F'ê kuştina Yasemîn Çetîndag şermezar kir
TJK-F'ê têkildarî kuştina Yasemîn Çetîndag daxuyaniyek da û ragihand ku kuştina jinê êdî di asta qirkirina zayendê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma têkoşîna rêxistinbûyî ji bo jinan êdî ji nan û avê jî girîngtir e."
-
KJK'ê ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bang kir
Koordînasyona KJK'ê: Bi sala 2021'ê re em dest bi saleke girîng û krîtîk dikin. Li dijî dewleta Tirk a zordar, ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAÎŞ'ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna hevpar mezin bikin.
-
-
Jinên Êzidî: Ji bo Guven bikevin tevgerê
Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê silav li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin da û got: “Divê rêxistinên mafê mirovan li dijî biryara hatî dayîn bikeve tevgerê.”
-
-