Jinên Êzidî: Ji bo Guven bikevin tevgerê
Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê silav li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin da û got: “Divê rêxistinên mafê mirovan li dijî biryara hatî dayîn bikeve tevgerê.”
Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê silav li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin da û got: “Divê rêxistinên mafê mirovan li dijî biryara hatî dayîn bikeve tevgerê.”
Endamên Yekîtiya Êzidiyan li navçeya Ehdasê ya li Şehbayê kom bûn û tevlî daxuyaniya Yekîtiya Jinên Êzidî ya Efrînê bûn. Beşdaran wêneyên Leyla Guven hildan.
Hevseroka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê Eyşe Hiso bi zimanê Erebî û Orîvan Menan bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.
Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Êzidî wiha ye:
“Di jiyana hevbeş de ya bi gelên din re, her gelek xwedî çand û îdeolojiyeke cuda ye. Da ku pergalekê li ser bingeha demokratîk, biratiya gelan, azadiya jinan û azadiya giştî ava bibe. Lê dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan û AKP`ê demokrasî û edaletê binpê dike, azadiyê diçewsîne, wekheviyê red dike, siyasetmedar û rojnamevanên muxalif digire. Li bermaberî wê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ji bo sepandina demokrasî û azadiyê di navbera gelan de, tê dikoşe.
Têkoşer Leyla Guven mînaka jinên azad e. Ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, tevî bi sedan hevalên xwe yên di girtîgehan de kete greva birçîbûnê û gihaşt armanca xwe. Lê dewleta Tirk siyasetên xwe yên hovane li dijî hemû kesên li hemberî wê derdikeve, didomîne. Di hewldanekê de ji bo şikandina vîna jinên Kurd, cezayê 22 salan li jina leheng Leyla Guven birî.
Em bi tundî vî cezayî şermezar dikin û bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez li dijî vî cezayî bikevin nava liv û tevgerê.”