Kampanya TJA'yê dewam dike

Kampanya "Em xwe diparêzin" a ku ji aliyê TJA'yê ve ji bo 4 mehan hate destpêkirin, bi karên cihêreng dewam dike.

Kampanya 'Em xwe diparêzin' ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di 15'ê Îlonê de ji bo 4 mehan hate destpêkirin, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi karên cihêreng dewam dike. Kampanya di bin sê sernavan de tê birêvebirin; rêxistinbûn, perwerdeya zimanê dayikê û çalakî.

Endama TJA'yê ji Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku karê wan wê di dema kampanyayên nû de jî dewam bikin. Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê Leyla Atsak jî destnîşan kir ku karên wan ên li Wanê bersivdaneke girîng a li sîstema bi zîhniyeta mêr e.

Îpek bi bîr xist, di demekê de ku polîtîkayên şerê taybet, tundiya li jinê, destavêtin û qirkirina jinê zêde bû, wan dest bi kampanya xwe kirin û got, "Em pêwîstiya rêxistinbûn, yekîtiyê û helwesta li dijî tundiya mêr a bi hevkariya dewletê, ji jinan re vedibêjin."

Îpek ragihand, gelek jinên ku bi wan re diaxivin qala tundiya lê hatiye kirin dikin, li dijî vê yekê jî nêrîneke hevpar diyar dikin û anî ziman ku pirsgirêkên jinan hevpar in.

XWESTIN KU TÊKILIYÊN JINAN JI HOLÊ RAKIN

Îpek polîtîkayên şer ên giran ên dewletê bi bîr xist ku di sala 2015'an de li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Colemêrg, Wan û bajarên din ên Kurdistanê meşand û qala guhertina jiyana jinan a piştî vê pêvajoyê kir.

Îpek ragihand, jinên li navçe û bajaran diman, li avahiyên TOKÎ hatin asêkirin, bi vî rengî hewl hate dayin ku têkiliyên mirovan ên bi hev re bê birîn û got, "Têkiliya jinan a bi hev re qut kirin û girêdana jinan a bi hev re ya ku tundiya li nava malê asteng dikir, ji holê rakirin. Ji bo me jinan sîstemek danîn. Em dibînin ku li Wanê tundiya li dijî jinê çiqasî zêde bûye. Li Mêrdînê jî rewş bi heman rengî ye.

Desthilatdarî ji bo civakekê bênasname bike, destpêkê êrişî jinan dike. Ji ber ku dema ku jin baweriya xwe ya bi têkoşînê winda dike, hingÎ civak jî bêdeng dibe. Rêya bingehîn a tepisandina civakê jî ev e."

LI DIJÎ YÊN KU DIBÊJE 'TIŞTEK BI ME NAYÊ', EM LI VIR IN

Îpek bal kişand ser bandora polîtîkayên şer ên li ser jiyana jinan û destnîşan kir ku ev yek pratîka mêtingeriyê ye, ji bo vê jî mînaka Mûsa Orhan nîşan da. Îpek bi bîr xist ku tecawizkar Mûsa Orhan gotibû 'min gelek caran kir, ez ê dîsa bikim, tiştek bi min nayê' û got, "Li dijî yên bi vî rengî em dibêjin, em li vir in û xwe diparêzin. Li vî welatî bi salane yekî bi unîforma nehatiye darizandin."

Îpek ragihand ku bi kampanya wan a 'Em xwe diparêzin' gelek bûyerên destavêtin û destdirêjiyê eşkere bûn û got, "Li gorî taybetmendiya her bajarî me perwerde li dar xist. Bi vî rengî em rê li ber hişyarbûnekê vedikin."

PIRSGIRÊKÊN GIŞTÎ YÊN CIVAKÎ LI HER DERÊ WEKE HEV IN

Leyla Atsak jî diyar kir ku li her derê qirkirina jinê li jinên Kurd tê ferzkirin û got, "Peymana Stenbolê herî zêde li vê xakê girîng e. Pirsgirêkên civakî yên giştî li her derê weke hev in. Rola dayiktiyê, rola mezinkirina zarokan, pîvanên ku tenê li ser jinan tên ferzkirin li Wanê pirsgirêkeke cidî ne. Pirsgirêkên li her cihî li Wanê jî xwe nîşan didin.

Li Wanê asta perwerdeya jinan kêm e. Ji ber rewşa xwe ya feodal û muxafazakar li malê asê bûne. Ji ber vê yekê li Wanê zexta li ser jinê giran e. Serlêdanên ku li me tên kirin bi giranî ji ber vê feraseta zordar e. Li Wanê tê xwestin ku jin li pêşberî van êrişan bêdeng bin."

Atsak diyar kir ku ji niha û pê ve di dewama kampanyayên xwe de wê tecrîdê dîsa binirxînin û got, "Tecrîda heyî nîşaneya herî mezin a li jiyana jinan e." Atsak destnîşan kir ku tecrîd pêkanîneke sîstemî ye û got, "Em li dijî her cûre tecrîdê têdikoşin. Jin ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin."