Hijmara nû ya Newaya Jinê derket

Hijmara nû ya Newaya Jinê bi manşêta, ''Em ber bi şerê we ve diherikin'' derket, rojname li ser komkujiya Parîsê û Silopya sekiniye.

Newaya Jin bi manşêta, ''Em ber bi şerê we ve diherikin'' derket. Rojnameya ku bi formata nû hatî hazkirin li ser komkujiyên Parîsê û Silopya disekine. Di vê hijmara nû de analîz, vegotin, gotarên bi şêwazên biyografiyê hene. Di rojnameyê de siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak li ser şertên zindanan ên piştî darbeya 12'ê Îlonê û rola Sakîne Cansiz sekiniye.

Gultan Kişnak di nivîsa xwe de bi bîr xist, Sakîne Cansiz a ku tifî serek êşkencerê rejîma mêtinger Esat Oktay kirî, bêyî ku cihêtiyê bike nav rêxistinan bi hemû jinên girtî re têkildar bûye û bi rola mêzîna dadê rabûye.

Zeryal Gul bi bîr xist komkujiya li ser jinan a li Parîsê û Silopya xisletê dewleta Tirk e, ji vê komkujiyê re got, operasyona ''şikandina hêviyê''. Gul her wiha xeta têkoşîna azadiya jinê her ku rehên xwe bi kûr ve berdide û digihije gel û jinên din reng û xisletê komkujiyê girantir û cihêtir dibe.

Nûdem Nûrhak jî bal kişande ser komkujiya Silopya ya 4'ê Çile ya 2016'an.

Her wiha Songul Karabulut, Bircan Yilaz û Jînda Amed li ser Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez nivîsîn, di kovarê de roportaja bi Janeth Bîehl re jî heye, ku Bîehl pirtûka Cansiz a ''Jiyana min tim şer bû'' Çileya 2019'an li Ingilîzî wergerandibû.

Di vê hijmarê de Endama komîteya Rojava ya Jîneolojiyê Hêja Zerya bi nivîsa li ser jineolojiyê cihê xwe girt.

Gulrux Hatemî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser têgîna 'Femînîcîde'', Nurhaq Gulbahar jî li ser raperîna gel a Başûrê Kurdistanê disekine.

Di rojnameyê de çîroka jinana Şîrîn Elemhulî heye ku 9'ê Gulana 2010'an ji hêla rejîma Îranê ve hate darvekirin û her wiha çîroka jiyana aktivista femînîst a Hîndû Tarabaî Shînde jî di rojnameyê de cihê xwe digire.

Ambargî Arhat Ba jî bi nivîseke bîranînê ya li ser Têkoşîna Amanoz (Ceylan Yaşar) di rojnameyê de cihê xwe digire, ku Têkoşîn Amanos Tebaxa 2010'an li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.