Li Stenbol, Meletî û dîlokê 3 jin hatin kuştin

Li Stenbol, Meletî û Dîlokê ji aliyê mêran ve 3 jin hatin qetilkirin.

Li navçeya Maltepe ya Stenbolê mêrê bi navê Kemal Delbe, Aylîn Sozer a ku erkdara perwerdê ya li zanîngehek taybet bû qetil kir. Polîsên ku bi agahî dayîna derdor hatîn cihê bûyerê, Delbe destgîr kirin.

MELETÎ

Li Taxa Bostanbaşi ya Meletiyê, Mehmet Taş hevjîna xwe Selda Taş bi çekê qetil kir. Bi agahîdayîna derdor polîs û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Jina ku rakirîn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Kujer Mehmet Taş jî hate destgîrkirin.

DÎLOK

Mêrê bi navê Ûgûr Donmez ê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê dijî, dayika xwe bi çekê Vasîle Donmez qetil kir. Donmez piştre hate destgîrkirin.