TJK-F'ê kuştina Yasemîn Çetîndag şermezar kir

TJK-F'ê têkildarî kuştina Yasemîn Çetîndag daxuyaniyek da û ragihand ku kuştina jinê êdî di asta qirkirina zayendê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma têkoşîna rêxistinbûyî ji bo jinan êdî ji nan û avê jî girîngtir e."

Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê TJK-F) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, dayika çar zarokan Yasemîn Çetîndag a 25 salî, roja 23'ê Kanûnê ji aliyê hevserê wê yê berê Savaş Ozûyanik ve bi îdîaya ku têkiliya xwe bi hin kesên din re heye bi rengekî hovane hate qetilkirin. Bi navê TJK-F'ê em vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Li Fransayê tundiya li jinê her sal zêdetir dibe. Kuştina jinê jî êdî di di asta hovane de bi rêk û pêk tên kirin. Jin ku afirînera jiyana nû ye, dema ku dixwaze li ser jiyana xwe biryarê bide, yekser dibe hedef û tundî lê tê kirin, tê kuştin. Jinên ku mafê jiyanê diparêzin û ji bo vê têdikoşin, bi xwînxwarî, bi rêk û pêk tên kuştin.

Di serdema heyî de tundiya li dijî jinê, zayendîperestiya civakî xwedî dike. Mîna zîhniyeta serweriya mêr û paşverûtiyê, aliyê herî rêxistinbûyî yê vê tundiyê jî dewlet û desthilatdarî ye. Ji aliyekî ve ji bo astnegkirina têkoşîna azadiyê ya jinê kolan û faşîzma nava malê xwedî dike, ji tundiya li jinan û kuştina jinan bi ti awayî aciz nabe, lê berevajî vê yekê teşwîq dike.

Tundiya li dijî jinê rojev û pirsgirêka bingehîn a jinan hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî divê jin cudahiya ziman, ol, nijad, etnîkî deynin aliyekî, li hev kom bibin û rabin ser piyan. Kuştina jinê êdî bûye qirkirina zayendî. Ji ber vê yekê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê bi qasî nan û avê ji bo jinan pêwîst e.

Di serî de divê mêr li ber çanda tundî û komkujiyê ya desthilatdariya dewletê û serweriya mêr rabin. Her ku kujer tên parastin, kuştina jinan jî zêde dibe. Em bang li tevahiya civakê dikin ku li ber kuştina jinan rabin û dibêjin; Jin ji bo jiyaneke azad bi hev re rabin ser piyan!"