Meclîsa Jinan a HDP'ê: 2021'ê em ê têkoşînê geştir bikin

Meclîsa Jinan a HDP’ê xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diyar kir û destnîşan kir ku sala 2021’an wê bibe sala geşkirina têkoşînê.

 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diyar bike 27’ê kanûnê bi rengekî onlîne civîn li dar xist û encamnameya civîna xwe weşand. Daxuyanî bi ser navê “Wê sala 2021’an bibe sala mezinkirina têkoşîna azadiya jinan” hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin wan civîna xwe diyarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di 22’ê kanûnê de hatibû girtin kirine. 
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku sala 2020’an ji kirinên dij hiqûqî bigire heta pandemiyê di gelek mijaran de salek zor bû û ew ê di sala 2021’an de têkoşîna azadiya jinan hin geştir bikin. Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê wiha ye: 
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ji bo me jinan sala 2020’an bû sala têkoşîn û berxwedanê. Wê ji niha şûn ve jî ev têkoşîn û berxwedan mezin bibe. Em ruhê berxwedan û têkoşînê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê bimeşînin. ''
 Di encamnameyê de hate diyarkirin, ''Bloka AKP û MHP’ê lawaz bûye. Çareya xwe di tayînkirina qeyûman de, dabeşkirina pergala me ya hevserokatiyê, destekftiyên jinan û êrişkirina ser Peymana Stenbolê de dibîne. desthilat tevahiya welat bi qeyûman birêve dibe. Herî dawî jî yasayek derxist da ku qeyûman deyne ser rêxistinên civakî yên sivîl. Desthilat dixwaze welat bi ‘Komara Qeyûm’ birêve bibe. ''
 Meclîsa jinan bi berdewamî got, ''Me jinên HDP’ê li kuçe, Meclîsê, li zeviyan, fabrîkayan û li her qadê jiyanê li gel jinan cih girt û me bi hev re dengê xwe bilind kir û gotina xwe kir. Li dijî destavêtin û destdirêjiyê me serê xwe rakir û me li dijî polîtîkaya bêedaletiyê û bêcezakirina kiryaran dengê xwe bilind kir û li dijî daraz û daraza ku zilaman diparêze derketin û me edaleta rasteqîn parast. Em ê ji têkoşîna xwe paş de gav neavêjin. Em li cem her jinên ku bi tundî û êrişan re rûbirû dimînin cih digirin û em ê têkoşîna xwe bi wan re bilind bikin. ''
Derheqê polîtîkaya bi dijminatî ya AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan jî di encamnameyê de hate gotin, '' Desthialatê tenê ne li hundir li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî siyasetek li dijî Kurdan birêve bir. Desthilat dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike û berê kurdan bide hev û şerek navxweyî derxe. Jinan îradeya xwe ya azadî û aştiyê ku ji bo yekîtiya neteweyî danîn holê a rast dê li Rojhilata Navîn di sedsala 21’an bi ser bikeve.''
 Di encamnameyê de greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Girtiyên têkoşînek rûmet didin jî nehatin berdan û girtîh atin hiştin. Girtiyên siyasî hin bêtir hatine tecrîdkirin. Li girtîgehan polîtîkaya tecrîd, şer, polîtîkayên neçareserkirin û binpêkirina mafan ên îqtîdar birêve dibe didome. Girtiyan li dijî van polîtîkayên wan dest bi greva birçîbûnê kirin. Grevê mehek li pey xwe hiştiye. Grevên birçîbûnê hêj ku negihîştiye astek xeternak divê demildest daxwazên girtiyan werin bersivandin û çareserkirin. 
 
Hevala me Leyla Guven dij hiqûqî û qanûnî  hat girtin. Em sedema vê biryara girtinê dizanin. Çimkî desthilat ketiye nava tirsê. Bi rêya darazê dide girtin. Ev biryar ji bo me ne biryar e û em vê biryarê nas nakin. Wek ku Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven got li hundir jî li derve jî em ê têkoşîna xwe li her deverêbidomînin. 
 
Di encamnameyê de herî dawî wiha hate gotin: ''Wê di sala 2021’an de têkoşîna me ya azadiya jinan hin bêtir mezin bibe. Wê têkoşîna me li nav partiyê, li derve, li Meclîsê, li malan, li zanîngehan, fabrîkayan, li zeviyan, li meydanan bidome û em ê li dijî serdestiya zilaman li ser pêya bin. Jiyana meya nû ya civakî ya îdeal ku li ser bingeha azadiya jin û wekheviya zayendî ye wê bibe rêberê sedsala bê.”