Bang û dîmenên Rêber Apo hêviyeke mezin da malbatan
Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç da zanîn ku banga Rêber Apo ya bidîmen hêviyeke mezin da malbatan.
Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç da zanîn ku banga Rêber Apo ya bidîmen hêviyeke mezin da malbatan.
Banga Rêber Apo ya dîrokî ku ji dîroka esareta Îmraliyê heya niha cara ewil li ser ANF’ê weke bidîmen hate weşandin, bi hêvî û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin.
Hevserok Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Zekî Kiliç têkildarî banga Rêber Apo ya bidîmen ji ANF’ê re axivî.
Kiliç diyar kir ku bang gelekî girîng e û nîşaneya hêjabûna têkoşînê y e û got: ‘’Piştî 27 salan bihîstina dengê Birêz Ocalan ku her çend li ser ekranan jî be, bû nîşaneyeke rastiya têkoşînê jî.’’
GOTINÊN DÎROKÎ
Kiliç ev yek anîn ziman: ‘’Hevrêtiya komunal weke perçeyeke têkoşînê bi rastî jî weke nîşaneyekê ye ku ji bo me qadeke têkoşînê ya gelekî hêja ye. Girêdayî vê yekê em weke malbatên girtiyan xwedî li vêpêvajoyê derdikevin û gotinên Birêz Ocalan esas digirin. Li zîndanan gelek hevalên me hene, hevalên me yên ku înfaan hatiye şewitandin hene û em daxwaza azadiya wan dikin. Lê belê azadiya kesan azadiya civakê ye, em dikarin bibêjin ku li gorî paradîgmaya azadiya civakêazadiya kesan e esas hatiye girtin.’’
Kiliç da zanîn ku bang bangeke dîrokî û berpirsiyaran digire ser milên xwe û got: ‘’Bi rastî jî bang ji bo me gelekîgirîng e, gotinên bangê dîrokî ne. Rê li ber avakirina civakeke demokratîk, xurtbûna aşitiyê û têkariya zîndanan a ji bo vê aşitiyê vedike.’’
HÊVIYEK MEZIN DA MALBATAN
Kiliç diyar kir ku bang û dîmenan hêviyeke mezin daye malbatên girtiyan û got: ‘’Ji bo malbatên me bû hêviyeke mezin. Em dikarin gotina ‘Hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e’ dubare bikin. Divê ji niha û pê ve hikûmeta AKP’ê û dewlet pêngavên demokratîk biavêjin. Em li benda pêngavên têkildarî pêşketina pêvajoya aşitî û demokratîk ya bi awayekî jidil û serkeftî û bidawîkirina fikarên malbatên me ne. Divê ev yek bi awayekî eşkere were diyarkirin. Gotinên Birêz Ocalan, mejiyê civaka ku parastina aşitîû demokrasiyê dike, zelaltir kir. Me di dîmenan de jî dît, me moral, motîvasyon, hêvî û îradeya têkildarî çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî zelal dît. Weke malbatan em bi hêvî ne. Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoyê de jî em ê bi destkeftiyên civaka demokratîk pêvajoyê tacîdar bikin. Em weke Komeleya Malbatên Girtiyan di wê baweriyê de ne em ê wisa têbikoşin ku wê heya çend mehan tu hevalên me li zîndanan nemînin. Ji niha û pê ve em ê hevalên xwe yên ji zîndanan derdikevin jî daxilî vê pêvajoyê bikin û têkoşîna xwe bidomînin.’’