Ji Guven peyama sala nû

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê rehîn tê girtin bi rêya telefonê li gel keca xwe axivî, diyar kir ku hê jî di qawîşa karantînayê de ye û sala nû ya her kesê pîroz kir.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji doza dihate darezandin 22 sal û 3 meh ceza lê hate birîn û li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê rehîn tê ragirtin bi rêya telefonê li gel keça xwe Sabîha Temîzkan axivî.

Di hevdîtina bi rêya telefonê ya 20 deq dom kir de Guven diyar kir ku hê jî di qawîşa karantînayê de ye, ne name û ne  jî faks radestî wê nehatiye kirin. Guven a diyar kir ku rewşa wê ya tenduristî baş e, spasiya her kesê ku piştevaniya wê dike kir. Guven hêvî kir ku sala nû ji bo her kesê bibe wesîleya başiyê.