Rêveberiya Xweser li dijî şewatên li Lazqiyeyê karwanê piştgiriyê şand
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mudaxilekirina şewatên ku 7 roj in li perava Sûriyeyê dewam dike, karwaneke piştgiriyê şand.
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mudaxilekirina şewatên ku 7 roj in li perava Sûriyeyê dewam dike, karwaneke piştgiriyê şand.
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wan, ji bo alîkariya vemirandina şewatên li perava Sûriyeyê, karwanekî piştgiriyê bi rê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li ser bingeha berpirsyariya nîştimanî û erka mirovî û ji ber karesata jîngehê ya ku li deverên peravê ji ber şewata daristanan rû daye, Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne ku wê wesayitên agirkujiyê û tîmên pispor ber bi herêmên peravê re bi rê dike da ku tevlî hewldanên vemirandina agir û pêşîgirtina belavbûna agir bibin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Em wek Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku karesat sînoran nas. Em soz didin gelê xwe ku em ê çi ji destê me were, bikin da ku di van şert û mercên krîtîk de piştgirî û alîkariyê bikin."
Yekitiya Şaredariyan di daxuyaniya xwe de hemû tîmên agirkujiyê, kesên xwebeş û xebatkarên ku ji bo vemirandina şewatan dixebitin, silav kirin.