Dîrok Cûdî: Ez jî pêşmerge bûm...

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî ku berê pêşmerge bû, bal kişand ser zîhniyeta PDK'ê ya ku îradeya jinê ji nedîtî ve tê û got, "PKK tevgera mirovahiyê ye. Her kesên ku dixwazin azad bibin û azadiya gelan dixwazin, divê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê."

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî sala 2017'an ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû. Malbata Cûdî PDK'î bû. Beriya tevlî bibe li Başûrê Kurdistanê perwerdeya pêşmergetiyê dît. Piştî vê perwerdeyê, lêgerînên wê yên têkildarî nakokiyên li ser Kurdîtiyê dest pê kir.

Dîrok Cûdî qala serpêhatiya xwe kir:

"Malbata min alîgirê PDK'ê ye. Ji ber ku di nava malbateke wiha de mezin bûm, sempatiyeke min ji bo PDK'ê hebû. Kekê min hîn jî weke pêşmergeyekî bi paye yê PDK'ê kar dike. Bi taybetî nêzîkatiya kal û dayika min a li PDK'ê gelekî bandor li me zarokan dikir. Ji min hebû ku PDK ji bo xaka Kurdistanê û gelê me şer dike. Min bawer dikir ku PDK ji bo parastina Kurdan ji bo Kurdan têdikoşe, lewma ev dilsoziya xwe ya bi PDK'ê re jî min weke welatparêziyê pênase dikir. Ji ber ku min PDK bi vî rengî nas kir, ji bo hîn bêhtir bi kêrî gelê Kurd bêm, sala 2014'an min biryar da ku bibim pêşmerge.

JI PERWERDEYA PÊŞMERGETIYÊ BER BI ROJAVA VE...

Ji bo pêşmergetiyê çûm Başûrê Kurdistanê ji bo perwerdeyê bibînim. Malbata min jî dixwest ku bibim pêşmerge. Bi kelecaneke mezin, bi hestên xwe yên welatparêziyê di sala 2014'an de çûm tevlî vê perwerdeyê bibim. Ji ber ku di wê baweriyê de bûm ku gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê azad e, ji min hebû ku li Rojava jî bi avakirina sîstema PDK'ê gelê Kurd dikare azad bibe. Sala 2014'an piştî ku min perwerdeya pêşmergetiyê dît, vegeriyam Rojava. Di wê dema perwerdeyê de min PDK baştir nas kir. Pêşmergeyan jin biçûk didîtin. Timî welê nêzîk dibin, ku jin tenê dikarin li qada siyasî bixebitin, nikarin li qada leşkerî bixebitin. Vê yekê jî min aciz kir. Tevî ku me jinan gelekî ked didan, keda me timî di bin siya mêr de dima. Nêrîna wan a li jinê gelekî paşketî bû, li gorî wan jin tenê dikarin li malê bixebite, zarokan mezin bike, hêza jinê ya ji bo şer nîne..."

'PÊ HESIYAM KU PKK TEVGEREKE MIROVAHIYÊ YE'

Dîrok Cûdî got, "Bi Şoreşa Jinê re ya ku herî zêde bala min kişand, pêşengiya jinan a li şer bû" û wiha dewam kir: "Min rastiya gel a li dora paradîgmaya Rêber Apo û cudahiya ji PDK'ê di vê demê de ji nêz ve dît. PDK xwe weke partiyeke Kurd pênase dike, lê belê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike ku ev dewlet îro herî zêde dijminatiyê li Kurdan dike. Zîhniyeta PDK'ê zîhniyeta dewletê ye. Azadkirina gelan li aliyekî PDK nikare Kurdan jî azad bike. Başûrê Kurdistanê li pêş çavan weke di bin serweriya PDK û YNK'ê de xuya dike, lê belê di rastiyê de ji aliyê hêzên emperyal ve hatiye dagirkirin. Başûrê Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên xwe yên ser û binê erdê ve gelekî dewlemend e, lê belê pariyek nan niha bi destê gelê Başûrê Kurdistanê nakeve. Her kes bêkar e, ji ber vê yekê jî gelê me hîn bêhtir berê xwe dide welatên Ewropayê. PDK dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê weke dagirkeriyê nabîne. Di dema perwerdeyê de timî hewl didan ku tovê dijminatiya li dijî PKK'ê bixin nava dilê me. Digotin ku sedema dagirkeriya li Başûr tevgera PKK'ê ye. Piştî ku min Rêber Apo nas kir, min dest bi lêkolînkirina tevgera PKK'ê kir. Tişta ku min di encama vê lêkolînê de fêhm ikr ew bû ku PKK ne tenê tevgereke Kurd e, ew tevgereke ji bo mirovahiyê ye. Ji bo PKK'ê bêhtir ji nêz ve nas bikim sala 2017'an min berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Min nirxandinên Rêbertî yên li ser çanda xwedawendiyê ji parêznameyan xwendibû. Di şexsê gerîlayên jin de min dît ku çiya, xweza û têkoşîna azadiyê jinê dikin xwedawend. Min timî ev yek ji xwe dipirsî; Ez çawa dikarim bibim jineke Apoyî? Ji ber ku dema ku jineke Apoyî tê gotin, kesayeteke jinê tê bîra min ku welatê xwe xistiye nava kefa destê xwe. Tişta ku min li çiyê fêhm kir ew e ku tevgera PKK'ê di her mijarê de bersivê dide pirsên mirovan. Li çiyê min bêhtir cewhera jinê nas kir. Eger mirovek dixwaze cewhera PKK'ê nas bike divê berê xwe bide çiyayên azad ên Kurdistanê. Vê sîstema kapîtalîst jiyanek ji mirovan re nehiştiye. Bi rastî jî mirovên dixwazin azad bibin, dixwazin gelan azad bikin divê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê."