Jin li dijî komkujiyan daketin qadan

Jinan di roja dawî ya salê de çalakî lli dar xistin û diyar kirin ku ji komkujiyên jinan desthilatdariya AKP-MHP berpirsyar e.

Di hefteya dawî ya sala 2020'î de Aylîn Sozer, Selda Taş, Vesîle Donmez û Betul Tûglûk ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Sazî û dezgehên jinan li gelek bajaran li dijî kuştina jinan û tundiyê di roja dawî ya salê de derketin kolanan û ev komkujî şermezar kirin.

Komeleya Jinan a Star ku li Wanê kar dike, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Gelek jin beşdar bûn. Seroka Komeleyê Serap Guvenç daxuyanî da û diyar kir ku li welat qetilkirina jinan didome û got: "Tundî û êrişkarî bi kuştinê encam dide. Jin tên kuştin, destdirêjî û êşkence li wan tê kirin. Ne tenê jin, zarok jî bi êşkenceyê û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Kujer û kiryar tên girtin lê nayên cezakirin. Em dixwazin kujer werin cezakirin. Di sala 2020'î de nêzî 300 jin hatin kuştin. Li dijî her cûre tundî û kuştinê em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em ne bêçare ne."

AMED

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan li Parka Xazal a li navçeya Yenişehîra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Semra Guzel û gelek jin endamên Platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan parkarta "Qetlîama jinan encama polîtîkayên desthîlatdariya mêr e" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Ne edaleta mêr, edaleta rastî dixwazin", "Kuştina jinan polîtîk e" û "Jin natirsin hesap dipirsin" berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn ve hat xwendin.

Akşahîn diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP’ê jin ji civakê tên dûrxistin û bi awayekî sistematik tên qetilkirin û got: "Kuştina jinan girêdayî polîtîkayên desthilatdariya li dijî jinê ye. Tê xwestin ku li ser beden û hebûna jinan mekanîzmayên zext û desteserkirinê ava bikin. Di vî welatî de ken, cil û tevgerên jinan wek sûc tên hesibandin û ji ber wan sedeman tên qetilkirin. Kujerên jinan û bersûcên îstîsmara zarokan bi hinceta cil û kincên xwe, bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin. Ew ê jin tu carî li ber wan polîtîkayan serî netewînin. Jin tên binçavkirin û girtin. Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin bipirsin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

EDENE

Platforma Jinan a Edeneyê li Parka Heykellî li hev kom bûn û kuştina jinan şermezar kir. Parêzer Sevîl Araci Bek daxuyanî da û got, "Berdêla polîtîkayên bêcezahiştinê, berdêla bicihneanîna Peymana Stenbolê jin bi jiyana xwe didin. Kujerên rastî, dewlet û sîstema dadgeriyê ye ku jinan nikarin biparêzin."

MERSÎN

Platforma Jinan a Mersînê ji bo balê bikişînin ser komkujiyên jinan li Parka Ozgur Çoçûk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna jinan a ji bo jiyaneke wekhev, azad mezin dibe, sîstema bi serweriya mêr jî êrişên xwe giran dike.

HATAY

Platforma 'Jin bi hev re xurt in' a Hatayê li Koprubaşi li hev kom bû û kuştina jinan şermezar kir. Di Daxuyaniyê de hate gotin "Em êdî nikarin xwe lê raibigirin" û ji bo bicihanîna Peymana Stenbolê bang hate kirin.

RIHA

Tevgera Jinê ya Azad, Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Meclîsa Jinê ya KESK'ê li Rihayê li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenera HDP'ê Ayşe Surucu, dayikên aştiyê û gelek jin tevlî bûn. Parlamenter Ayşe Surucu got, "Kuştina her jinê polîtîk e. Em ê heta dawiyê li dijî vê polîtîkayê têbikoşin."