'2021 wê bibe sala azadiya Rêbertî û têkbirina faşîzmê'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Sala 2021 wê bibe demeke xurt a kar û têkoşînê. Ji bo azadkirina Rêberê me û hesabpirsîna ji faşîzmê, di çarçoveya pêngavê de em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal bimeşînin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de têkoşîna jinên Kurd a li dijî şer, faşîzm û tundiyê nirxand.

Ronahî Serhad anî ziman ku di sala 2020'î de wan giranî dan ser hevserokatiyê, sîstema temsîliyeta wekhev, xweparastina jinê û jineolojiyê û got, "Hin jinên têkoşer ên ji welatên cuda ya bi xwe tevlî tecrûbeya me ya parastinê bûn ya jî lêkolîn kirin û encam wergirtin. Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst tevî leşkerên xwe yên ji çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê peyda kir ku li Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Kobanê bi rêya amûrên bêmirov kir, li dijî êşkenceya di binê çavan de, li dijî kuştina li naverastê û îstîsmarkirina zarokan; bi kurtasî li dijî vê tundî zordarî û terora êrişên dagirkeriyê, rêya parastina xwe, gelên xwe, rûmeta xwe, azadî û demokrasiyê bi berxwedana çekdarî dibe. Berxwedana çekdarî ne rêyeke ku me jinan tercîh kirine, ev berxwedan sekneke stratejîk e ku ji ber rêyên demokratîk hemû hatin xitimandin, lewma em neçar man. Niha şaredariyên li Kurdistanê hemû, yên ku bi hilbijartinê dest bi kar kirin, ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve bi zordarî hatin desteserkirin. Piraniya qeyûmên ku ji aliyê AKP'ê ve hatin tayînkirin, ya sicîla wan a di şerê qirêj de mezin e yan jî weke endamên şerê taybet perwerde dîtine. Karê wan ê destpêkê jî girtin û qedexekirina saziyên ji bo xizmeta jinan hate vekirin bûn. Wekîlên HDP'î yên bi dengên gel hatin hilbijartin nas nekir, mafê wan ê destnedana parlamenteriyê betal kir û piraniya wan girt. Her kes û siyasetmedarên ku axaftin û fikrê wan naecibîne xist zindanê, yên mayî jî li dijî wan doza tazmînatê vekir û xistin ber lêpirsîn. Ji ber vê yekê hejmareke zêde rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, xwendekar, lêgerînerên maf, jin û gelek kesên din ji ber fikrê xwe hatine girtin. Di dema desthialtdariya Erdogan ê faşîst de ku nikare xwe rexneya muxalefetê rabigire, li Tirkiyeyê û tevahiya Bakurê Kurdistanê ji kuştina jinan heta destdirêjiya li zarokan, ji girtinê heta destavêtinê êriş zêde bûn. Bi zêdegaviyê êrişên leşkerî û siyasî bir ser Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Iraq, Şengal û Mexmûrê."

Ronahî Serhad anî ziman ku înkar, tunekirin û qirkirina li dijî Kurdan bi destê Erdogan bi rengekî şênber tê meşandin, lê belê dewletên Ewropayê tevî vê yekê jî tevgera wan bi derewa terorê sûcdar dike ku ev yek jî nîşan dide ew jî hevparê komkujiyan e.

Têkildarî pêwendiyên Ewropayê bi Tirkiyeyê re Ronahî Serhad wiha dewam kir: "Bi Tirkiyeyê re nakokiyên xwe hebe jî cewhera xwe aborî ye. Ewropa ji aliyê mafên mirovan û azadiyê ve li paş ketiye. Tundiya ku bi destê Erdogan hate birêxistinkirin ketiye rewşeke welê ku êdî gefê li Ewropayê jî dixwe. Di sala 2020'î de kêm jî be derxistina tevgera me ji nava lîsteya rêxistinên terorê kete rojevê. Gelê Kurd û dostên wan ji bo vê kar kirin. Lê belê di serî de dewleta Elmanyayê, welatên Yekîtiya Ewropayê ku xwe weke demokrat pênase dikin û dilsozê pîvanên demokrasiyê nîşan didin, divê dawî li vê derewê bînin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad pêngavên tevgerên jinan ên di nava sala 2020'î de dest pê kirin nirxand û ev nirxandin kir; "Tevgera Jinê ya li Ewropayê bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' dest bi kampanyayê kir ku ev kampanya bi wate û hêja ye.

Li Efrînê çend rojan carekê keçeke Kurd tê revandin, destdirêjî lê tê kirin, tê kuştin ya jî aqûbeta xwe nayê zanîn. Efrîn ji bo me birîn e ku xwîn jê tê. Peymana ku Şengal bêparastin, bêstatu dihêle ji aliyê PDK-Tirkiye-Iraqê ve hate îmzekirin. Gel û jinên Kurd ên ku hewl tê dayin bikin qurbanê polîtîkaya berjewendiyan a Rûsya-DYE'yê, di nava zexta man û nemanê de ne."

Ronahî Serhad di dewama axaftina xwe de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Nikare ti mafê xwe yê qanûnî bi kar bîne. Ji bo bidawîkirina vê zilmê pêngava 'Bes e ji faşîzm, dagirkeriyê re, Dema azadiya Rêberê me ye' ya KJK û KCK'ê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Her wiha pêngava 'Li dijî qirkirina jinê dema azadiya jinê û parastina civakê ye' ku meha Îlonê ji aliyê KJK'ê ve hate destpêkirin bersivê dide pêwîstî û karakterê serdema têkoşînê. Bi serketina pêngavan re xwedîderketina li Rêberê me, xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, xwedîderketina li azadiya jinê ye."

Ronahî Serhad bi dewamî anî ziman ku di sala 2020'î de li dijî şer, hilweşandin û tundiyê jin bêdeng neman û got, "Îradeya xwe ya azadiyê xurtir kirin, cesareta xwe bi rêxistin kirin û nîşan dan. Têkoşîna jinên ku dibêjin 'em ê bêdeng nemînin, serî netewînin' kir ku di sala 2020'î de têkoşîna demokrasî û azadiyê dewam bike, bibe çavkaniya sûdwergirtin û pêşengî jê re kirin. Gerîlayên jin li nava refên YJA Starê û HPG'ê li eniya herî pêş wezîfeya parastinê bi rengê serketî bi cih anîn û kirin ku têkoşîna jin û civakê bibe xwedî îrade. Ya ku mohra xwe li salê xist çalakiyên jinan bû. Di sala 2020'î de jin di têkoşîna xweparastinê û civakî de bûn xwedî pratîkeke serketî."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad diyar kir ku bêguman wan dikarîbûn hîn bêhtir serketin bi dest bixista, dikarîbûn hîn bêhtir bixebitiyana û got, "Me dikarîbû kapasîteya xwe ya rêxistinbûnê berfirehtir bikira. Bi nifşên ciwan re mil bi jmil karekî hîn hêjatir bimeşanda. Me kir, lê belê têrker nebûn. Diviyabû me karên qirêj ên îstîsbarata Tirk MÎT'ê yên li dijî jinan û bi taybetî jinên ciwan bêhtir kifş bikira û civaka xwe ji vê qirêjiyê paqij bikira. Ji ber ku di vî warî de me karekî têrker nekir, destdirêjiya li gelek jinên ciwan û hin namzetên kadroyên ciwan ên tevgera me rû da ku ev yek qisûra me ye. Di mijara pûçkirina polîtîkayên şerê taybet de em kêm man. Pirsgirêkên ekolojîk me nekarîbû bi têrkerî bixin rojevê."

Ronahî Serhad diyar kir, tevî ku perspektîfa demê ya bi dirûşma 'divê jinek bi tenê jî bêrêxistin nemîne' hate destnîşankirin jî nekarîn xwe bigihînin her malê, her jinan û got, "Ev yek tê wê wateyê ku gel, jin ji însafa AKP'ê, mêr re hate hiştin.

Lewma ji bo çareserkirina kêmasiyên ku me diyar kirine, sala 2021'ê wê bibe demeke xurt a kar û têkoşînê. Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê me û hesabpirsîna ji faşîzmê, em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal dewam bikin. Em hevrêyên PAJK û PKK'î yên ku bi berxwedana greva birçîbûnê bersiv dan vê pêngavê careke din silav dikin. Ji bo parastina hevpar, çalakî û rêxistinbûna jinê em ê karê xwe zêde bikin. Ji bo parastina xwe û nirxên xwe em ê her derê û her demê weke qada berxwedanê binirxînin."

Ronahî Serhad destnîşan kir ku ji bo têkbirina faşîzmê wê eniya berxwedana jinê mezin bikin û got, "Daxwaza bingehîn a gelê Kurd yekîtiya neteweyî ye. Ji bo ev yekîtî li nava rêxistinên siyasî pêk were em ê bixebitin û rê nedin xiyanetê. Em ê hesabpirsîna ji kujeran dewam bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Ronahî Serhad got, "Berxwedana bi rûmet a hevrêya me Zeynep Celaliyan ku li girtîgeha Îranê li ber xwe dide hêzê dide jinan û em ê vê berxwedanê mezintir bikin û hewl bidin bibin hêjayî wan. Em ê her êşê bikin hêrs û li dilê xwe bineqişînin, bikin hişmendî û îradeya xwe pê xurt bikin. Di rêya afirandina civaka wekhev, demokratîk û azad de ji bo pêkanîna şoreşa jinê em ê ked û berdêlan bidin. Ev yek soza me ya ji bo şehîdan e. Di saleke nû ya têkoşînê de serketinê ji jinan û her kesên têkoşer re dixwazim, bang li jin û ciwanan dikim ku tevlî nava refên şoreşgeriyê bibin, cihê xwe li nava berxwedana xweparastinê bigirin."