Li Bîelê ji bo kesên li Efrînê hatîn qetilkirin çalakî

Li bajarê Bîel a Swîsreyê ji bo kesên ku dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîna dagirkirî hatîn qetilkirin û aqûbeta jinên ku hatîn revandin çalakî kirin.

Li bajarê Bîel a Swîsreyê ji bo pirskirina aqûbeta jinên ku li Erfîna dagirkirî ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatîn revandin çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Women Defend Rojava ve li Centralplatzê hate lidarxistin, navên jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatîn kolekirin, qetilkirin û revandin bi çiqilên darê ve daliqandin.

Di axaftinên ji aliyê aktîvîstên Women Defend Rojava ve hatî kirin de, hate gotin: “Hişmendiya DAÎŞ’ê îro bi destê çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike tê domandin. Li pêş çavên hemû cîhanê jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatîn revandin li bazaran weke kole tê firotin. Ev sûcek ê mirovahiyê ye. Em ji bo aqûbeta xwişkên xwe bipirsîn û ji bo darizandina destpêkê serokkomarê dewlet Tirk Erdogan û hemû berpirsyar werin darizandin emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Aktîvîstên Komîna Jinan a Arîn Mîrkan jî, ji bo kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze kom kirin.