Sozer a ku hatî qetilkirin spartin axê

Cenazeyê Aylîn Sozer a ku ji aliyê Kemal Ayyildiz ve hatî qetilkirin, spartin axê.

Ji bo Aylîn Sozer a ku li Maltepeya Stenbolê 29’ê Kanûnê ji aliyê Kemal Ayyildiz ve hatî qetilkirin, merasîmek a cenaze hate lidarxistin.

Merasîm li mizgefta Goristana Gulsûyû hate lidarxistin. Bav Ayhan Sozer, dayîk Safiye Sozer, kurê wê Arda Çapan, xwişka wê Nilay Sozer, xizmên Sozer, xwendekarên Sozer û Serokê Şaredariya Maltepeyê Alî Kiliç tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Aylîn Sozer li Goristana Gulsûyû ya Maltepeyê hate veşartin.