Li Parîsê çalakiya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’

Li paytexta Fransa Parîsê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ çalakiyek hate kirin.

Çalakî li pêşiya Kuleya Eyfel a paytexta Fransa Parîsê ji aliyê TJK-F’ê ve hate kirin.

Di çalakiyê de Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin jî hatin bibîranîn.

Li vir li ser navê TJK-F’ê Bêrîvan Firat axivî ji bo meşa ku wê 6-9’ê Çileyê li Parîsê ji bo bîranîna sê jinên şoreşger bê kirin, banga tevlîbûnê li meşê kirin.

Jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ îmze berhv kirin, dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Dîtator Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ qîrkirin.