Dayikên Şemiyê: Berxwedan û piştevaniyê mezin bikin

Dayikên Şemiyê bal kişandin ku desthilata AKP’ê di sala 2020’ê de sûcên xwe domandine û got: “Di sala nû de berxwedan û piştevaniyê mezin bikin.”

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û faîl bên cezakirin, di hefteya 823’an de çalakiya Şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî dîsa ji ber vîrûsa corona li ser medya înternetê bi rêya vîdeo daxuyanî dan. Li ser navê Dayikên Şemiyê Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala hiqûq, edalet û mafên mirovan û wiha got: "Sala 2020’an bû sala binpêkirina mafan, bê hiquqî, edalet û şewba vîrûsa corona. Li Tirkiyeyê statuya hiqûq û siyasetê û mafê azadiya ramanê yên bi destûra bingehîn hatiye mîsogerkirin, winda bûn. Hemû daxwazên maf û azadiyê yên gel dixwaze ji aliyê îqtîdarê ve tên terorîzekirin. Van daxwazên rewa û zagonî dikin sedema cezakirinê." 

Ocak anî ziman ku çalakiya xwe di hefteya 823'an de berdewam dikin û wiha lê zêde kir: "Daxwazên me yên ji bo edaletê ji aliye rêveberên dewletê di sala 2020'an de li ber çavan nehatin girtin. Li dijî vê yekê daxwazên me yên ji bo dîtina windayan nedîtin û qada Galatasarayê ku em lê daxwazên xwe tînin ziman li me qedexe kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser, ji ber axaftinên me yên li Galatasarayê kirin sedema dozê û doz li me vekirin. Israra înkarê di sala 2020'an de jî berdewam kir. Em ê dîsa daxwazên xwe yên ji bo edaletê û dîtina windayan berdewam bikin û nûjen bikin. Dîsa ji bo bersûc bên dîtin û darizandin em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em di sala 2021'an de ji bo van zor û zahmetiyan derbas bikin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê tu carî dest ji biryara xwe bernedin. Em ê gotinên xwe yên ji bo başî, hevî, heqîqet û edaletê dîsa bînin ziman."  

Ocak destnîşan kir ku her salek dibore ji bo windayan dibe salek pir mezin û wiha got: “Em her salek dibore di ezmûna êşên mezin re derbas dibin. Lê ji bo her salek nû em hevî, bawerî û hêza xwe mezintir dikin. Em li benda dîtina windayên xwe ne. Em bi biryarin ku windayan bibînin. Em ê bigêjin windayên xwe û heqîqetê. Em hevî dikin ku sala 2021’an ji bo Tirkiyeyê bibe sala hevî, hêz, piştevanî û dîtina windayan."