Li Stenbolê jineke din hate qetilkirin
Li Esenyûrt a Stenbolê jina bi navê Arîfe Nayir hate qetilkirin.
Li Esenyûrt a Stenbolê jina bi navê Arîfe Nayir hate qetilkirin.
Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Esenyûrt a Stenbolê, danê sibehê xebatkareke paqijiyê di nava du wesayitan de dît ku jinek dirêjkirî ye. Piştre tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku jin miriye. Li gorî lêkolînan, eşkere bû ku jina jiyana xwe ji dest daye Arîfe Nayir a dayika 4 zarokan e.
Ji bo tespîtkirina sedema mirina Arîfe Nayir cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî.