Li Bûrsayê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê şevê din Fahrî K. Selma Taşkomur bi çekê qetil kir.
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê şevê din Fahrî K. Selma Taşkomur bi çekê qetil kir.
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê doh bi şev Fahrî K. hevjîna xwe Selma Taşkomur bi çekê birîndar kir. Taşkomur a birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê rakirin nexweşxaneyê û xistin tedawiyê. Taşkomur li wir jiyana xwe ji dest da.
Fahrî K. ê piştî bûyerê reviyayî hate destgîrkirin. Fahrî K. piştî karûbarên wî yên li emniyetê ji bo îfadeyê sewqî edliyeyê hate kirin.
Hate diyar kirin ku lêpisîna dozger a di derbarê kujer de didome.