Kete ser şopa Helmetan

Gerîlaya YJA Starê Vejîn Helmet got: “Dema min li PDK û YNK’ê temaşe dikir, min didît ku ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Min dît ku PKK partiyek ya gel e.”

Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê her tim berxwedaniyeke mezin nîşan daye. Her qonaxê di nava gel de kesayetên di asta pêşeng de ji têkoşîna wê ya berxwedaniyê re pêşengî kirin. Yek ji wan pêşengên ku xwedî rolên mezinin, kadroyê pêşeng ê PKK’ê Helmet (Diyar Xerîb) e. Piştî şehadeta egîdê pêşeng Helmet (Diyar Xerîb) a bi komployê ku bandorek wî bi taybetî li ser Başûrê Kurdistanê hebû, li ser tevahî ciwanên Kurdistanî yên Kurdistan, Ewropa û bi taybetî yên Başûr bandorek mezin avakir. Piştî wê şehadetê ku ji bo gelê Kurd pîroz e, bi taybetî ciwanên Başûr bi hêrsa tolhildanê bera xwe zivirandin çiyayan.

PDK’Ê KERKÛK FIROT!

Gerîlaya YJA Starê Vejîn Helmet ku li Kerkûkê ji dayikbûye got: “Di nava refên gerîla de em şopdarê pêşengê xwe heval Helmet in.” Vejîn Helmet wiha axaftinên xwe domand:

“Zehmetiyên mezinbûyîna li bajarekî mîna Kerkûkê pir in. Li ser jinê bi awayek sîstematîk şîdet û bi kar anîna zorê heye. Yekemîn berteka min a li dijî sîstemê wê çaxê pêşket. Ji ber wê yekê şoreşgerî hê bêhtir bala min dikêşand. Bûyîna şoreşger, xeyalê min a zarokatiyê bû. Sala 2003’an di bin navê Azadiya Başûr, Kerkûk ji bin serweriya rejîma Baasê hat derxistin. Wê demê di dilê min de tirsekî wiha derbas dibû ku êdî şer diqede û ezê nekarim bibim şoreşger. Rejîma Baasê jî ji pirsgirêkên civakî re çareserî nedît. Zextên PDK û YNK’ê hebûn. Sala 2017’an dema hikûmeta PDK’ê Kerkûk firot di nava gel de bertekekî mezin ava kir. Min tu carî nekarî firotina Kerkûkê ya ji bo dijmin qebûl bikim.”

NASKIRINA BI PKK’Ê RE

Vejîn Helmet çawaniya naskirina xwe ya bi PKK’ê re bi vî rengî vegot: “Min sala 2008’an PKK nas kir. Her tim lêgerînên min naskirina partiyekê ku bi rastî ji bo azadiya gel têdikoşe. Dema min dît ku rastî jî PKK partiyeke gel e, ji bo gel şer dike û xwe bi temamî fedayê gel kiriye, sempatiya min li hemberî PKK’ê çêbû. Dema min li PDK û YNK’ê temaşe kir, min dît ku tenê ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê şerkirina partiyên Demokrat û Komele ya tenê ji bo gelê perçeyekê jî min rast ne dît. Piştî ku min dahûrandinên Rêbertî temaşe kir, min tevgera PKK’ê nas kir. Bi vî rengî ez pir zêde ji Rêbertî û PKK’ê bandor bûm. Dema min Rêbertî di televîzyonê de dît ne tenê ez belkû hemû malbata min ji wê pir bandor dibû. Dema min tevgera PKK’ê nas kir, min sala 2017’an biryara tevlêbûnê da. Dayika min piştgiriyek mezin da hizra min a tevlêbûnê, bandora nêzîkatiyên dayika min a di aliyê tercîhkirina min a çiya çêbû. Ji bo min çiya warek bû ku dikarim di rasterêya felsefeya Rêbertî de bigihîjim hemû hêvî û xeyalên xwe. Bi hevrêyên xwe yên têkoşînê re di oxira armancê de bi hev re yek deng û yek dil têdikoşîn. Em ê heta dawiyê di rêça Rêbertî de bimeşîn.”

JIN Û ÇIYA

Gerîla Vejîn Helmet a ku 4 salan li çiyayên azad ji bo gelê xwe têkoşîn dike, wiha behsa têkoşîna jinan ya li çiya kir:

“Jin û çiya bi rengekî xweşik li hev tên, weke perçeyeke hevdu, pêkaniya ji hev cudakirina wan tune ye. Destpêkê li çiya min di hêla fîzîkî de zehmetî dikêşand, encax bi demê re fêrî çiyayan bûm. Min fêhm kir ku esas a çiya xweşik dikin jî ew zehmetbûyîna wê ye. Girêdana jin û çiya ya bi hev re ewqasî bi hêze ku wê dişibînim girêdana zarok û dayikê. Rêbertî dibêje ku; ‘Eger her kes çiyayan biterikîne jî, divê jin çiyayan ber nede.’ Çiyayên Kurdistanê bi xweşikbûna xwe ve tên naskirin. Dema mirov tê çiya bi rastî jî azad dibe.”

Gerîla Vejîn Helmet axaftina xwe bi banga xwe ya ji bo gel û ciwanan re wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê bi taybetî bang li hemû jinên Kurdistanî dikim. Rêya azadiyê bîrdoziya Rêber Apo ye. Berê xwe bizîvirînin çiyayan, mil bidin milê hev û em ne tenê ji bo gelekê, ji bo hemû gelan şer bikîn.”