Dayikên Aştiyê dîlgirtina Guven şermezar kirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku Kurd paşve gavê neavêjin.

Meclîsa Dayikên AŞtiyê têkildarî dîlgirtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Guven da û got, "Dilê me bi çalakgerên greva birçîbûnê re ne. Heta ji destê me bê em ê piştgiriya wan bikin."

'KURD NAQEDIN, BI PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN'

Ozbey anî ziman ku Leyla Guven ji bo maf, hiqûq, azadî û aştiyê têdikoşe û got, "Zerar neda kesî. Tiştek nekir. Ew rûmeta me ye. Ji bo doza azadî û aştiyê têkoşiya. Ti carî heq nekir ku 22 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn. Em dixwazin ew bê berdan. Divê ev ceza tavilê bê betalkirin. Em vî cezayî bi tundî şermezar dikin. Ji vê zilmê re dibêjin êdî bes e. Kuştin, windakirin, sirgûn wê heta kengî dewam bikin! Kurd naqedin. Bi paş ve gavê neavêjin. Bila kes li benda tiştekî wiha nebe. Heta ku  Kurd hebin wê ji bo maf û hiqûqê têbikoşin."