Polîsan êrîşî jinan kir: 7 kes destgîr kirin

Polîsan êrîşî çalakiya jinên ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” hatin gel hev kir û 7 jin destgîr kirin.

Meclîsên Jinan, ji bo cînayetên jinan protesto bikin xwestin li ber Şaredariya Çankayayê werin gel hev û çalakî lidar bixin. Polisan, êrîşî çalakiya jinan a hatî xwestin ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” bê lidarxistin, kirin. Polîsan, bi hinceta şewbê çalakî asteng kir û 7 jinan destgîr kirin.

Li ser fermana amîrê polisan, polîsan êrîşî rojnamegeran jî kirin.