Kurtaj li Arjantînê qanûnî bû

Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên ji 12 saetî, mafê kurtajê qanûnî kir. Bi vî rengî bû yekemîn welatê Latîn Emerîkayê ku mafê kurtajê qanûnî kir.

Li Arjantînê piştî civîna ji 12 saetî ya li Senatoyê, mafê kurtajê hate naskirin. Heta niha tenê di encama ducaniya ji ber destavêtinê û metirsiya li ser jiyana dayikê, destûra kurtajê dihate dayin. Pêşnûmeya ku vê qedexeyê bi dawî dike û heta hefteya 14'an a ducaniyê mafê kurtajê dide jinan, her wiha tedbîrên pêwîst ên bêpere dide jinan, li Senatoyê hate qebûlkirin. Di dema dengdanê de 38 senatoran dengê 'erê', 29 senatoran dengê 'na' dan, senatorek jî bêalî ma.

Arjantîn bi vê dengdanê re bû yekemîn welatê herî mezin ê Latîn Emerîkayê ku vî mafî qebûl dike. Kurtaj li Latîn Emerîkayê li hin eyaletên Meksîka, Ûrûgûay û Kubayê qanûnî ye. Li El Salvador, Hondûras, Nîkaragûa û Haîtiyê kurtaj bi temamî qedexe ye. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku qebûlkirina vî mafî li welatekî mezin ê mîna Arjantînê, wê têkoşîna ji bo misogerkirina mafê jinan a li Latîn Emerîkayê bi pêş ve bibe.

Beriya dengdana li Senatoyê hem alîgir hem jî dijberên mafê kurtajê çalakî li dar xistin. Kongreya Arjantînê beriya niha pêşnûme qanûnên li ser naskirina mafê kurtajê red kiribû. Di dengdana dawî de yekemcar hikumetê piştgirî dida pêşnûmeyeke bi vî rengî.