JIN
Hemû Nûçe
-
TAJÊ pirsa aqûbeta endamên RJAK’ê kirin
Li navenda Şengalê TAJÊ li ber derê avahiya xwe bi daxuyaniyekê ji PDK’ê pirsa aqûbeta endamên RJAK’ê yên di salvegera 3’yê Tebaxê de serdana Şengalê kiribû û piştî vegerê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, kirin. -
Kongreya Star: Endamên RJAK'ê divê tavilê bêne berdan
Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku ji jiyana endamên RJAK'ê, PDK berpirsyar e û xwest tavilê bên berdan. -
Li Antalyayê Alî Alataş 2 jin qetil kir
Li navçeya Kûmlûca ya Antalyayê Alî Alataş Gulcan Kilinç a ku jê cihê bû û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kir. -
Agahî ji sê jinên RJAK'î nayê wergirtin ên ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin
Sê jinên endamên RJAK'ê ku li Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin, çar roj in agahî ji wan nayê girtin. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Qoserê serdana karkerên jin ên çandiniyê kir
Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serdana karkerên jin ên çandiniyê kir. -
RAJIN: Denîz Firat lêgerînera rastiyê bû
RAJIN'ê şehîda çapemeniya azad Denîz Firat bi bîr anî û got, "Hevala Denîz ku lêgerînera rastiyê bû, bi pênûs, wêne û dîmenên xwe bû dengê gerîlayên Kurdistanê." -
Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên Suryan
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê çû serdana jinên Suryan. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûgla, li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûglayê, li dijî êrîşên nîjatperest ên bi provakasyonên desthilata AKP-MHP’ê re zêdetir bûn, banga yekîtiyê kir. -
Li Mîdyadê jinek hat qetilkirin
Li taxa Şenkoya navçeya Midyad a Mêrdînê jina Êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho ji laiyê kesê bi navê Serkan O. ve bi gule tê qetilkirin. -
Jinan: Em ji bo jiyanên xwe di îsyanê de ne
Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne li Kadikoyê ruxmê hemû astengiyên polîsan meşek lidarxist û cînayetên jinan şermezar kir. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Meletiyê ye: Dema neyê frotin tutunên me di destê me de dimîne
Şendeya hevdîtinên bi gel re yên HDP’ê ya “Ji hejariya jinan re na” îro li Meletiyê bi karkerên tutun û qeysiyan hatin cem hev. -
Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê jina bi navê Senem Barîk ji aliyê hewjînê xwe yê beriya salekê hevberdabûn Îrfan Barîk ve hat qetilkirin. -
HDP li Weranşar serdana karkerên jin kirin
Jinên HDP’î di çarçoveya lihevcivîna ‘Ji xizaniya jinê re na’ li navçeya Weranşarê serdana karkerên jin ên titinê kirin. -
Agahî ji 3 jinên siyasetmedar ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin, nayê girtin
Sê jinên siyasetmedar ên di nava şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ên serdana Şengalê kirin, dema ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine desteserkirin. -
Dayikên Girtiyan nerazî ne: Tavilê tecrîdê rakin!
Li Amedê dayikên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ne peyama ‘Tavilê tecrîdê rakin’ dan. -
Qirkirina Êzidiya li Berlîn û Kîelê hat şermezarkirin
Di çalakiyên ku li paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Kîelê hatin lidarxistin de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêkanîn û qirkirina Êzidî hat şermezarkirin. -
Kongeya Star banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir
Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilat Sûryeyê, bang li civaka navnetweyî kir ku di serî de qirkirina li ser Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin. -
KJK: Divê civaka navnetewî xweseriya Êzidiyan nas bike
Koordînasyona KJK’ê di salvegera 7’mîn a êrîşên qirkirina 2014’an ya li ser Şengalê pêkahtî de hin daxwaz kirin. KJK xwest ku jenosîd were naskirin û xweserî bê qebûlkirin. -
TJA: Jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê
TJA'yê diyar kir jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê û xwest ku 3'yê Tebaxê bibe ''Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê'' -
KCDP: Di meha Tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di meha Tîrmehê de bi kêmanî 30 jin hatine qetilkirin, 12 jin jî bi awayekî bi gûman mirine. -
YPJ: Tekoşîna jinên Êzîdî, wê bibe bersiv ji hemû fermanan û xiyanetkaran re
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bibîr anî û got: “Mafê hemû gelan yê parastina rewa heye ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike.” -
‘Li Kurdistanê tecawiz bûye metodeke şer’
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Colemêrgê bal kişand ser tacîz û tecawiza ku hêzên dewletê pêk tîne û got “Tecawiz wekî metodeke şer tê bikaranîn.” -
Platforma Jinên Kurd li hemberî nijadperestiyê banga yekîtiyê kir
Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî li hemberî êrişên nijadperest banga yekîtiya neteweyî kir. -
Derket holê Azra Haytaoglû ya winda hatiye qetilkirin
Derket holê ku ji Azra Guldem Haytaoglû ya bi rojan bû agahî jê nehatiye girtin ji aliyê mêrê bi navê Mûstefa Mûrat Ayhan ve hatiye qetilkirin. -
SMJÊ: Tekoşîn û berxwedana jinê rê li ber girtina fermana ye!
SMJÊ: Em nahêlin ku mafê me yê diyarkirina çarenûsê wekî Êzîdî ji destê me bê girtin. Avakirina avahiyên me yên xweseriya demokratîk û hêzên parastinê temînata ewlekarî û berdewamiya hebûna civak û çanda Êzîdiyan e.