Jinan: Em ji bo jiyanên xwe di îsyanê de ne

Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne li Kadikoyê ruxmê hemû astengiyên polîsan meşek lidarxist û cînayetên jinan şermezar kir.

Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne li Meydana Îskele ya Kadikoyê bi meşekê cînayetên jinan yên zêde dibin protesto kir. Di çalakiya de ku di bin dorpêça polîsan pêkhat de jinan peyama “Em ji bo jiyanên xwe di îsyanê de ne” dan. Di çalakiyê de wêneyên kujerên jinê Mûstafa Mûrat Aydin û Ûmîtcan Ûygûn hatin hilgirtin û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Di demekê de ku jin tên qetilkirin, dewlet xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Em ji bo jiyanên xwe di îsyanê de ne” hat vekirin.

Di vê çalakiyê de ku bi domdarî dirûşmeyên “Ne jinan, kujeran asteng bike”, “Zilam lê dixe, dewlet diparêze”, “Ji bo jiyanên xwe, azadiya xwe di îsyanê de ne”, “Jiyanên me yên me ne malbatên we ji we re be”, “Ne hevberdanê cînayetê asteng bike” û “Heskirina ku dikuje naxwazîn” hat berzkirin, li ser navê Koma Kampanya Peymana Stenbolê Pêkbîne Havva Cûştan daxuyanî xwend.

‘YÊN XWE JI PEYMANA STENBOLÊ VEKIŞANDIN JI CÎNAYETÊN JINAN BERPIRSIYARIN’

Cûştan bibîrxist ku roja 2’ê Tebaxê derket holê ku Azra Gulendam Haytaoglû ya ku 5 roj bûn agahî jê nedihat girtin, ji aliya Mûstafa Mûrat Aydin ve hatiye qetilkirin û destnişan kir ku yên wê baweriyê didin kujeran ango “Wê tiştek bi min neyê”, “3-4 rojan ezê bêm girtin û derkevim”, desthilata ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişand û daraz û hêzên ewlekariyê berpirsiyarê wê ne. Cûştan her wiha bal kişande ser bûyera qetilkirina Alyna Çakir û got ku yên xwe ji peymana stenbolê vekişandin, desthilat, daraz û hêzên ewlekariyê ji wê cînayetê berpirsiyarin.

‘JI BO JIYANÊN XWE, MAFÊN XWE EM DI ÎSYANÊ DE NE’

Cûêtan di berdewamiyê got ku îsyan û hêrsa wan a li hemberî van cînayetan her ku diçe mezintir dibe û diyar kir, “Di demekê de ku hemû rojê li vî welatî jin tên kuştin, her roj bi şîdeta zilam re rû bi rû dimîne de, em dizanin ku dewleta ku bi şevekê Peyamana Stenbolê betal dike û cesaretê dide tacîzkar û tecawîzkaran, her wiha yên şîdeta li ser jinê di asta ku ‘dikare bê tolerekirin’ de dibînin herî kêm bi qasê kiryaran tawanbarin.”

Cûştan her wiha balê dikişîne ser jinên ku hatine qetikirin û got ku cînayetên jinan polîtîk e û ew ji bo hemû jinên hatinî qetilkirin di îsyanê de ne.

Di dawiya daxuyaniyê Cûştan bi van gotinan helwesta jinan ya li hemberî kujeran û yên kujeran diparêzin anî ser ziman; “Em jin li hemberî wan hemûyan di îsyanê de ne. Em ji bo ku yeka din ji me kêm nebe, emê berdewam li kolanan bin û têbikoşin.”

Piştî daxuyaniyê jinan ku bi berzkirina dirûşmeya “Em bêdeng nabîn, natirsîn, îtaet nakîn” xwestin bimeşin lê polîsan pêşiya wan girt. Di navbera polîs û jinan de ji bo demekî kurt alozî derket. Lê tevî hemû astengiyan jinan dorpêça polîsan şkand û peyama “Wê yeka din ji me kêm nebe, emê têkoşînê bidomînin” dan.