TJA: Jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê

TJA'yê diyar kir jinên Êzîdî bûne hêviya cîhanê û xwest ku 3'yê Tebaxê bibe ''Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê''

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo salvegera Qirkirina Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an daxuyanî da.

TJA'yê di daxuyaniyê de wiha got: ''Jinên Êzîdî ku bi meclîsên jinan ên ku li Şengalê ava kirin vîna jinê birêxistinkirin, di serî de ji bo jinên bindest ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Ên ku xwestin vê hêviyê bişkînin, di heman demê de xwestin îradeya jinên Kurd ku dîroka berxwedan û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn nivîsandine jî teslîm bigrin. Wek Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Emîne Weysî û gelek jinên din ên şoreşger ku hilma me têrî nake em navên wan bijmêrin qetil kirin.
 
Weke tê zanîn di Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî de ku li Almanyayê di 11-12'yê adara 2017'yan de pêk hat, hat destnîşankirin ku ji bo jinên Êzîdî yên ku di destê çeteyên DAÎŞ de dîlgirtî ne di demek zûtir de azad bibin, divê têkoşîneke bi bandor a navneteweyî bê meşandin û di vê çarçoveyê de biryar hatibû girtin ku dîroka 3'yê Tebaxê wek 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê' bê nirxandin.
 
Dîsa, beriya niha ji hêla Parlamenta Ewropayê ve wekî 'Qirkirina Êzidiyan' hatibû naskirin û rêxistinên navneteweyî jî di raporên ku amade kiribûn de vê komkujiyê di wergiriya 'Sûcên ku li hember mirovahiyê pêk hatine' de cih dahibûn; lê digel vê yekê ji hêla desthilatiya Tirkiyeyê ve naskirina wê hêlekî ve Komkujiya Şengalê hîn jî nehatiye mehkûmkirin.
 
Em bangawaziya xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qirkirina Jinê” were qebûlkirin û berxwedan û têkoşîna jinên Êzîdî ku li hember tarîtiya mirinê destê xwe ber bi rojê ve dirêj dikin silav dikin. Hûn dikarin her tiştî bikin, lê hûn tu carî nikarin rojê bikujin, lewre li Şengalê jin jîn e."