Derket holê Azra Haytaoglû ya winda hatiye qetilkirin

Derket holê ku ji Azra Guldem Haytaoglû ya bi rojan bû agahî jê nehatiye girtin ji aliyê mêrê bi navê Mûstefa Mûrat Ayhan ve hatiye qetilkirin.

Li Antalyayê, jina ciwan Azra Gulendam Haytaoglû (21) a xwendekara zanîngehê ku ji 28'ê Tîrmehê ve agahî jê nedihat girtin, kuştî hat dîtin. Haytaoglû ji xwikşa xwe re gotibû, 'Ez ê hinek hewa bigirim' ji malê derketibû û careke din venegeriyabû malê. Haytaoglû ku heta derengiya şevê venegeriyaye malê bi xwişka xwe re xeber daye û careke din agahî jê nehatiye girtin.  

Li ser agahdarkirina malbatê, hat tespîtkirin ku Haytaoglû ji bo kar çûye emlaqfiroş M.M. Ayhan. Piştî hevdîtinê demeke kurt Ayhan bi valiz geriyaye. Polisên ku ji vê rewşê bi guman bûn Ayhan destgîr kirin. Piştî lêpirsîna çeprast Ayhan li xwe mikur hat ku destdirêjî Haytaoglû kiriye û wê kuştiye û cenazeyê wê kiriye valiz û biriye li daristanê veşartiye.