TAJÊ pirsa aqûbeta endamên RJAK’ê kirin

Li navenda Şengalê TAJÊ li ber derê avahiya xwe bi daxuyaniyekê ji PDK’ê pirsa aqûbeta endamên RJAK’ê yên di salvegera 3’yê Tebaxê de serdana Şengalê kiribû û piştî vegerê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, kirin.

TAJÊ li navenda Şengalê li ber derê avahiya xwe bi daxuyaniyekê pirsa aqûbeta endamê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ên vegera ji Şengalê ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê ve li ketina Hewlêr hatibûn destgîrkirin, pirsîn.

Daxuyanî bi tevlîbûna hemû endaman ji aliyê endama TAJÊ’ Meysûn Hesen ve hate xwendin.

Hesen destnîşan kir ku endamên RJAK’ê di salvegera fermandê de hatibûn Şengalê ji bo êşa Êzidiyan parve bike, şehîdên fermanê bibîr bînin.

Hesen diyar kir ku ew vê helwesta PDK’ê şermezar dikin û got: “Endamê RJAK’ê ji bo bîranîna qurbaniyên Şengalê û fermanê hatibûn Şengalê. Da nîşandan ku ew jin êşa Şengalê hîs dikin û weke êşa xwe dibînin.”

Endama TAJÊ bal kişand ser helwesta PDK’ê û got: “Dema endamê RJAK’ê divegere, li ketina Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. RJAK li Iraq û Herêma Kurdistanê saziyeke fermî ye. Nabe ku bên girtin. Em vê yekê ji hikûmeta Herêmê re qebûl nakin jinên ku ji bo berjewendiya Êzidiyan hatine herêmê û hatine giritn.”

Hesen wiha domand: “Em TAJÊ heta dawî li gel wan in, bêdeng namînin. Bang dikin tavilê berdin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.