Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Qoserê serdana karkerên jin ên çandiniyê kir

Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serdana karkerên jin ên çandiniyê kir.

Serdan û civînên "Na ji xizaniya jinê re" yên HDP'ê vê Yekşemê li Mêrdînê dewam kir.

Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Parlamenter Semra Guzel, ji Komîsyona Kedê Alîkara Hevserokan Şaziye Kose, endmaên Koordînasyona Jinê Medîha Yuksel û Latîfe Demîrcî Kahya, endama Meclîsa Jinê Gulcîhan Şîmşek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, endamên Meclîsa Jinê ya Bajarê Mêrdînê û Hevberdevka HDK'ê ya dema beriya niha Îdîl Ûgûrlû tevlî serdanê bûn.

Heyetê serdana jinan kir ên li navçeya Qoserê li zeviyên xiyar, zebeş û garisan dixebitin û li pirsgirêkên wan guhdarî kir.

Jinên li nava zeviyan dixebitin xwestin ku karibin bi rengekî ewle bixebitin. Jinên ku piraniya wan xwendekar an jî derçûnên lîse û zanîngehê ne, diyar kirin ku ji sibehê saet 06:00 heta êvarê 18:00 ji bo 90 TL dixebitin.

Berdevka partiyê Ebrû Gunay anî ziman ku wê timî piştgiriya jinan bikin û got, "Em ê bi têkoşînê û piştevaniyê dawî li van pirsgirêkan bînin. Li cihê ku dengê we nagihêje em ê qala pirsgirêkên we bikin."