Meclîsa Jinan a HDP’ê li Meletiyê ye: Dema neyê frotin tutunên me di destê me de dimîne

Şendeya hevdîtinên bi gel re yên HDP’ê ya “Ji hejariya jinan re na” îro li Meletiyê bi karkerên tutun û qeysiyan hatin cem hev.

Şandeya ku ji Berdevkê Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevkê Partiyê Ebrû Gunay, Parlementer Semra Guzel, Alîkarê Hevserokê Berpirsiyar ji Komîsyona Kedê Şaziye Kose, endamên Koordînasyona Jin Medîha Yuksel û Bedîa Akkaya, endama Meclîsa Jinan Gulcîhan Şîmşek, Hevseroka Bajarê Meletî Perîha Yucekaya, endamên Meclîsa Jinan a Bajarê Meletî, Hevseroka dewra berê ya HDK’ê Îdîl Ûgûrlû pêk dihat îro li Meletiyê hevdîtinên “Ji hejariya jinan re na” pêkanîn.

Şande destpêkê li naçeya Doganşehîrê çûn serdana jinên karker ên tutunê dikin. Şandeya jinan bi jinên karkerên tutunê re xebitîn. Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin hejarê hejaran in û got ku wan ji bo bibin çereseriyek ji zehmetiyê wan re hatine serdana wan.

‘SAETEKE DIYAR YA KARKIRINA ME TUNEYE’

Karkerek jin wiha behsa zehmetiyên dikişînin kir; “Sibehê saet 05:00’an ji xew radibin, saet 07:00’an dest bi kar dikin û êvarê heya saet 23:00’an dixebitin. Saeteke diyar ya karkirina me tuneye. Karê em dikin pir zehmet e. Hewldidin ku bi wê bêçaretiya xwe re derbas bikin. Bi zorê debara xwe dikin. Tu kes berdêlê keda xwe nagire. Karê tutunê pir zehmet e.”

‘DEMA NEYÊ FROTIN TUTUNÊ ME DI DESTÊ ME DE MA’

Jinek din jî got: “Bê guman kara me têr nake. Dema neyê frotin tutunê me di destê me de dimîne. Zehmetiya karê tutunê pir e. Em naxwazin tutunên me di destê me de bimîne. Gelo emê bikarin vê tutunê bifroşin, ev ne diyare. Ger dewlet kooperatîfekê ava bike emê bi hêsanî bikaribin tutunên xwe bifroşin. Lê niha tiştek wisa nîne. Karê tutun kirin taybet û takekesî. Tên û li tutunê me temaşe dikin, ger bixwazin dikirin û nexwazin nakirin.”

KARKERA TUTUNÊ YA 75 SALÎ: BI 250 TL’YAN DIÇIM MARKETÊ, EGER HÛN BIPIRSIN BÊ KA MIN ÇI DIKIRÎ, EZÊ BÊJIM TU TIŞT

Jineke din a 75 salî ku karkeriya tutunê dike wiha behsa zehmetiyên xwe yên debarî kir, “Zêdetirê 40 salin ku vî karî dikim. Tu alîkariyeke min nîne. Li maleke bi ax hatî çêkirin dijîm, ew jî ne ayîdê min e. Pereyên distînin têra me nake. Bi 250 TL’yan diçim marketê, eger hûn bipirsin bê ka minçi dikirî, ezê bêjim tu tişt. 2 poşetan dikarim bikirim yan jî nikarim.”

PIRANIYA KARKERÊN QEYSIYAN XWENDEVANÊN YAN AMADEYÎ YAN JÎ ZANÎNGEHÊ NE

Şande piştre çû bajarokê Kurecîkê û serdana karkerên jin ên qeysiyan. Karkerên jin ku piraniya wan xwendevanên amadeyî û zanîngahê ne, rojê 100 TL distînin, encax têra xercê xwarin, wexwarin û rêya wan dike. Jinan ku diyarkirin ew li konê dimînin, gotin ku pereyên distînin têr nake.

Şande herî dawî serdana jinên gund kirin û piştre bernameya xwe ya îro bidawî kirin. hevdîtinên bi gel re yên HDP’ê ya “Ji hejariya jinan re na” wê sibe li Mêrdînê bidome.