Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên Suryan

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê çû serdana jinên Suryan.

Hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" yên di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" a bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat destpêkirin li Mêrdinê didome. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşê Acar Başaran, berdevka partiyê Ebru Gunay, parlamenter Semra Guzel, endamên Meclîsa Jinan û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Altundag li Mîdyad û Nisêbînê bi jinan re civiyan.

Jinan li gundê Eynwerdê ya Mîdyadê bi jinên Suryan re hatin gel hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Jinên Suryan qala pirsgirêkên xwe kirin û gotin "Niha li vir jin di hêla axaftinê de zoriyan dijîn, nikarin pirsgirên xwe bînin ziman. Ji ber ku ditirsin. Niha em nikarin debara xwe bi xweşikî bikin. Ji ber ku em Suryan in penîr, şîr, benî, bastîq û tiştên me çêkirine nastînin. Ji destê me tiştek nastînin ji ber vê yekê em nikarin debara xwe bi destê xwe bikin.  Heya em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Dixwazin zarokên me bikin misilman. Heya ku mamosteyên me jî wisa dikin."

Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku hewl didin di nava civakê de wekheviyê pêş bixin û got: "Em dixwazin di nava civakan de wekheviyek ava bikin. Me di vê bernameya xwe de jî serdana Ermeann, Êzidiyan, Suryanan û hemu beşên civakê kir. Armanca me temsîlkirina hemû gelan e. Ji ber ku em tev ji gelên kevnar ên van xakên kevnar in."

Heyet wê sibê li Qoserê biçe serdanan.