Qirkirina Êzidiya li Berlîn û Kîelê hat şermezarkirin

Di çalakiyên ku li paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Kîelê hatin lidarxistin de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêkanîn û qirkirina Êzidî hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Berlîn û Kîelê û dostên wê daketin qadan û qirkirna Êzidî şermezarkirin.

BERLÎN

Li Berlînê li ser bangewaziya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî Kurdistanî û dostên wê li ber Parlementoya Elmanya ya Federal kombûn û çalakiyek şermezarkirinê lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Nav-Yek, MŞE, HCÊ, NÇÊ, SMGÊ û SMJÊ daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de daxwazên naskirina statuya siyasî ya Şengalê, naskirina qirkirinê û astengkirina êrîşên Tirkiyê hatin kirin. Bi taybetî di bangewaziya ji bo Elmanya hatî kirin de rêxistinan têkiliyên Elmanya-Tirkiyê rexne kirin.

Cîgirê Serokê CÎK’ê Mele Dawud di çalakiyê de axivî û got, “Me ji qetlîaman dersa xwe girt. Her Kurdek ji bo me girîng e. Divê êdî Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”

Her wiha Wekîlê Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî axivî, Taş di axaftinê xwe de bal kişande ser pêvajoya parastina Êzidiyan ya li hemberî DAÎŞ’ê û got ku dema 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî rastê êrişan hat, PKK, YPG û YPJ’ê wana rizgar kirin, divê îro qirkirina Êzidî û statuya Şengalê bê naskirin.”

Di daxuyaniya li ser navê Saziya Jinên Koreyî Korean Verband’ê hat xwendin de ku navê bi sedan jinên Êzidî yên hatinî qetilkirin hatin xwendin, hate ziman ku wan ji bo jinên ku di dema şerê Koreyê de weke koleyê zayendî dihatin bikaranîn edalet xwestine û hat gotin, “Me trajediya jinên Êzidî bihîst û emê bi wan re bixebitin.”

Li ser navê SMJÊ Nûre Alkîş jî diyar kir, “Jina Kurd ne jina berê ye, Jinên Êzidî jî ne yên berê ne. Bi taybetî gotina me ji dewleta Elman re heye. qirkirina 3’ê Tebaxê nas bikin, statuya Şengalê nas bikin.”

Di axaftina li ser navê Koma Femînîst ya li Dijî Qirkirina Jinê-Netzwerk hat kirin de jî îşare bi piştewaniya xwe ya bi jinên Êzidî yên li Şengalê kir û bang li Elmanya kirin ku têkiliyê xwe yên bi Tirkiyê re li ber çavan re derbas bike û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê be.”

Li ser navê Meclîsa Jinan ya Dest-Danê jî daxuyaniye hate dayîn, di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hevkariya PDK’ê ya bi Iraqê ya Cotmeha 2020’an û hat gotin ku ji bo Şengalê ji Êzidiyan vale bikin li hevkiriye. Her wiha ev yek jî hate ziman, peymana ku bi xwesteka dewleta Tirk hatiye çêkirin tê wateya dubarekirina qirkirina Êzidiyan.

Çalakvanan pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Hände weg von Sengal”, “Stop NATO-Mitglied Türkei”, “Die Freiheit der Frauen in Sengal ist die Freiheit der Menschheit”, “Xweparastin mafê me ye” hilgirtin. Her wiha bi berdewamî dirûşmeyên “Hoch die internationale Solidarität”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîel a Elmanyayê ji bo şermezarkirina qirkirina Êzidiyan çalakiyek hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Jiyana Jin çalakiyek ya konvedanê hat lidarxistin. Kurdistanî û Elmanî tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftina bi Elmanî ya li ser navê Jiyana Jin hatî kirin de têkildarê pêvajoya qetlîama li ser Şengalê hatî kirin dane hatin dayîn.

Her wiha di derbarê têkiliyên di navbera DAÎŞ, Tikiye û PDK’ê de jî agahî hatin dayîn.