HDP li Weranşar serdana karkerên jin kirin

Jinên HDP’î di çarçoveya lihevcivîna ‘Ji xizaniya jinê re na’ li navçeya Weranşarê serdana karkerên jin ên titinê kirin.

Hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Jinan Edalet” a bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat destpêkirin, li Meletiyê dewam dike.

Şandeya ku Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlementera HDP’ê Semra Guzel û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose di nav de, li navçeya Weranşar (Doganşehîr) a Meletiyê bi jinên kedkarên titinê re hat gelhev.

Şandeyê ewil serdana jinên ku li navçeya Weranşarê di zeviyên titinê de dixebitin kir. Şandeyê bi jinan re tûtin bi ben ve kirin. Başaran, diyar kir ku ji bo ji pirsgirêkên jin dijîn re bibin çareserî serdana wan kirine.

Kedkareke tûtinê ya jin tiştên dijîn wiha vegotin: “Em serê sibê saet 05.00’an de hişyar dibin. Saet di 07.00’an de dest bi kar dikin û heta êvarî dixebitin. Saeteke diyar a xebatê tine ye. Karê em dikin gelek zehmet e. Em bi zorê debara xwe dikin. Kes heqê keda xwe nagire. Karê tûtinê gelek zehmet e.” Jineke din jî wiha got: “Heqê em digirin têra me nake. Dema titin neyê firotin di destê me de dimîne. Zehmetiya tûtinê pir e. Em ji we bawer dikin. Em naxwazin titina me bimîne di destê me de. Ka em ê titina xwe bifiroşin ne diyar e. Heke dewlet kooperatîfekê ava bike em ê tûtina xwe bi awayekî rehet bifiroşin. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Titin xwemalî kirin. Tên lê dinêrin bixwazin titina me dikirin nexwazin nakirin.”

Kedkareke din a titinê jina 75 salî ku debara xwe bi titinê dike jî wiha axivî: “Ez çil salan zêdetire vî karî dikim. Tu piştevaniya min nîne. Ez li xaniyekî ax dijîm ew jî ne yê min e. Pereyê em distînin têra me nake. Ez bi 250 lîreyan diçim dikane lê ka ez du poşetan digirim an jî nagirim.”

Başaran a jinên di zeviyên tûtinê de dixebitin guhdar kir, da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de bi jinan re hatine gelhev, wê pirsgirêkên jinan guhdar bikin û bikin rapor. Başaran, bi lêv kir ku pirsgirêka tê jiyîn çi be bila ew be weke HDP’ê wê hewl bidin çareser bikin û anî ziman ku di serî de jin wê li cem hemû civakê bin.

Wê bernameya şandeyê, bi serdana jinên Taxa Topraktepe, jinên kedkarên qeysiyan ên Taxên Çiglik û Kurecîkê û jinên Taxa Narmikan bidome.