Kongreya Star: Endamên RJAK'ê divê tavilê bêne berdan

Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku ji jiyana endamên RJAK'ê, PDK berpirsyar e û xwest tavilê bên berdan.

Koordînasyona Kongreya Star îro der barê girtina 3 siyasetmedarên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li Hewlêrê dema ji Şengalê vedigeriyan, dauxyaniyeke nivîskî da.

Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “PDK`ê li pey siyasetên li dijî yekitiya Kurdan ketiye.”

Koordînasyonê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk li pêşiya çavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Koordînasyonê îşaret pê kir ku ev êrişên dermirovî hîna berdewam in û dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne.

Her wiha koordînasyonê bal kişand ser siyasetê PDK`ê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Tevgera Rizgariya Kurdistanê û got: “Li gel van êrişan PDK`ê hewl dide hewldanên pêkanîna yekitiya Kurdan asteng bike. Beriya 2 mehan asayîşa PDK`ê nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê girtin. Piştî gelek bangewaziyan û daxuyaniyên tund, her du endamên PYD`ê serbest hatin berdan lê çaranûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen heta niha ne diyar e. “

Koordînasyonê piştrast kir ku PDK`ê bi van siyasetên xwe berjewendiyên dijminan pêk tîne û got di çarçoveya wan hewldanên astengkirina yekitiyê û derxistina şerekî kurdî-kurdî de, PDK`ê di vê dawiyê de her sê siyasetmedarên RJAK`ê  Xewla Mihemed Hisên, Ciwana Ebdulheqî û Seyrana Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigerîn piştî ku tev li salvegera 7`an a qirkirina Êzidiyan û piştgiriya gelê Êzidî bûbûn, li Hewlêrê girtin.  Koordînasyonê bi bîr xist ku heta niha tu agahî der barê çaranûsa her sê siyasetmedaran de nehatiye dayîn.

Koordînasyonê di dawiyê de got: “PDK`ê berpirsa jiyana her sê jinên siyasetmedar e ku du ji wan dayîk in. Divê PDK`ê bilez wan serbest berde ji ber ku li Kurdistanê dijîn û tu sûc nekiriye ku ji ber wê werin girtin an jî cezakirin.“