Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûgla, li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mûglayê, li dijî êrîşên nîjatperest ên bi provakasyonên desthilata AKP-MHP’ê re zêdetir bûn, banga yekîtiyê kir.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mûglayê têkildarî şewatên daristanan û êrîşên nîjadperest ên li gel şewatan destpê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê diyar kir ku li gel şewatên daristanan provakasyonên nijadperest xistin meriyetê.

HDK’ê destnîşan kir ku li cîhanê qeyrana avhewayê tê jiyîn û got: “Şewatên daristanan, lehî, hişkesalî çêbûn. Canên me qadên jiyana me şewitîn. Ji xwe bi salan e welat ji aboriyê heta siyasetê, jiyana civakî heta polîtîkayên perwerde û tenduristiyê dişewitî. Niha jî bi awayekî fîzîkî dişewitin. Li Tirkiyeyê û cîhanê sedemê vê yekê hişmendiya rêveberiyê ku tu berpirsyartiyê negire serxwe ye.”

HDK’ê da zanîn ku ligel şewatên daristanan êrîşên nijadperest jî zêde bûn û wiha berdewam kir: “Ligel şewatê nîjadperestî jî xistin meriyetê. Mejiyê nijadperest firsendê digere. Kesên îro rê digirin û kesên jê guman dikin lêkolîn dikin, zêdetir pêş ve diçin û dikevin hewldanên lînckirinê. Me ev yek beriya çend rojan li Meramê dît, me bi qetilkirina malbateke kurd jiya.”

HDK’ê diyar kir ku destûrê nadin êrîşên nijadperest û ev bang kir: “Em weke jinên ku li Mûglayê dijîn, destûr nadin ku ev hişmendî rê li ber komkujiyên nû veke. Em bi biryar in ku nîjadperestiya me tîne hemberî hev têk bibin. Li dijî êrîşên ser xweza, sewal, jinan û qadên jiyana me, ji bo mafên xwe em wek rêxistinên jinan ên li Mûglayê bibin yek deng.”