Li Antalyayê Alî Alataş 2 jin qetil kir

Li navçeya Kûmlûca ya Antalyayê Alî Alataş Gulcan Kilinç a ku jê cihê bû û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kir.

Li gorî agahiyan, Alî Alataş li taxa Yenî Mahalle ya navçeya Kûmlûcayê Gulcan Kilinç û dayika wê Gulîzar Kilinç bi çekê qetil kir.

Piştî ku dengê çekê hate bihîstin, gilî hate kirin û tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê. Gulîzar Kilinç li cihê bûyerê, Gulcan Kilinç jî di rê de di ambûlansê de jiyana xwe ji dest da.

Alî Alataş ku piştî êrişê reviya, piştî demekê hate destgîrkirin.

HER MEH BI DEHAN JIN TÊNE QETILKIRIN

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin ji aliyê mêran ve têne qetilkirin. Li gorî Platforma Em ê Pêşî li Kuştina Jinan Bigirin (KCDP), meha Tîrmehê herî kêm 20 jin hatin qetilkirin, 20 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên KCDP'ê ji destpêka salê ve herî kêm 177 jin hatin qetilkirin.

Meha Hezîranê 18 jin hatin kuştin, 20 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Mehên Çile, Adar, Nîsan û Gulanê herî kêm 84 jin hatin qetilkirin. KCDP'ê diyar kir ku ji bo 'kes hînî hejmaran nebe' daneyên meha Sibatê eşkere nekiribû.

Platformê ragihandibû ku sala 2020'î 300 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.