Kongeya Star banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir

Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilat Sûryeyê, bang li civaka navnetweyî kir ku di serî de qirkirina li ser Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.

Kordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek nivîskî da.

Kongreya Star di despêka daxuyaniyê de got: "Em wekî Kongreya Star a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qirkirina Êzidiyan li Şengalê ku di 3'yê Tebaxê sala 2014'an de bi destê rêxistina têrorîst a DAÎŞ'ê ku hewl da gelê kurd ji holê rake pêk hat, şermezar dikin."

Kongreya Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîa HPG`ê ji bo parastina Şengalê û got: "HPG'ê û YJA-STAR, YPG û YPJ bi însiyatîfeke mirovî rabûn û koorîdoreke mirovî ji bo Êzidiyan ji vê qirkirinê rizgar bikin, di navbera Şengal û Rojava de vekir. Bêyî ku hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bikevin nava tevgerê."

Kongreya Star anî ziman ku heta niha û di salvegera 7`emîn a vê qirkirinê de, ne hikumeta Iraqê û ne jî hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo parastina hebûna Êzidiyên li Şengalê bi tu însiyatîfê ranebûn.

Kongreya Star bang li Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û civaka navneteweyî bi giştî kir ku qirkirina 3'yê Tebaxê sala 2014'an ku li Şengalê rû da û Rêveberiya Xweser a ku parastina hebûna civaka Şengalê dike nas bike.