Agahî ji sê jinên RJAK'î nayê wergirtin ên ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin

Sê jinên endamên RJAK'ê ku li Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin, çar roj in agahî ji wan nayê girtin.

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, li ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin revandin.

Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû; “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine destgîrkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê destgîrkirinê de jî ti agahiyek nehatiye dayîn. Rexistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermiye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin.”

Wijdan herî dawî bang li PDK’ê kir daku di demek zû de kesên hatine destgîrkirin berde, ger neyên berdan ewê serî li rêyên din bidin.