Agahî ji 3 jinên siyasetmedar ên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn destgîrkirin, nayê girtin

Sê jinên siyasetmedar ên di nava şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ên serdana Şengalê kirin, dema ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya Rojnnewsê, Ji Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) heyetek ji bo 7'emîn salvegera komkujiya ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve li dijî Êzidiyan pêk hatibû çûbû Şengalê û tevlî bîranîna komkujiyê bûbû.

Rêveberên RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ku di vê heyetê de cih girtibûn di têketina Hewlerê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin. 

Rêveberiya RJAK'ê, ragihand ku têkildarî rewşa siyasetmedarên jin ji rayedarên PDK'ê tu agahî negirtine û ji ber vê sedemê bi fikar in.