Platforma Jinên Kurd li hemberî nijadperestiyê banga yekîtiyê kir

Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî li hemberî êrişên nijadperest banga yekîtiya neteweyî kir.

Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî li dijî qetlîama li ser malbata Dedeogûllari ya li Merama Konyayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di nava dîrokê de armanca sereke ya faşîzm û nijadperestiyê ev e ku ziman, çand û nasnameya gelê Kurd tune bibe. Em êrişên li ser gelê Kurd ji qetlîama Geliyê Zilan, Dêrsim, Qoçgirî û qirkirina li ser Êzidiyan dizanin. Em êrişên li ser jinên Kurd ji kuştina Leyla Qasim, Şîrîn Elemûyî, Dayika Taybet û Denîz Poyraz dizanin.

Êrişên li ser gelê Kurd bi awayekî eşkere diyar dike ku tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Em careke din bang li pêşengên gelên Kurd ên li her çar parçeyan dikin, tekane rêya sekinandina êrişan avakirina yekîtiya neteweyî ye. Em yekîtiya neteweyî ava bikin û êrişan bidin sekinandin.”