Li Mîdyadê jinek hat qetilkirin

Li taxa Şenkoya navçeya Midyad a Mêrdînê jina Êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho ji laiyê kesê bi navê Serkan O. ve bi gule tê qetilkirin.

Li Taxa Şenkoy ya navçeyan Midyad a bajarê Mêrdînê jina bi navê Baran Hasan Rasho ya ku bi eslê xwe welatiya Iraqê ye ji aliyê zilamê bi navê Serkan O. (25) ve bi çek tê qetilkirin.

Rasho di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest dide, piştî bûyerê Serkan O. ku dixwest bireve di ketina navçeyê de li benda kontrolê ya polîsan hat destgîrkirin.

Cenazeya Rasho ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletî ya Mêrdînê.

Hate zanîn ku Rasho yek ji jinên Êzidî ye ku ji ber qetlîamên DAÎŞ’ê reviya ye û malbata wê jî li Ewropayê ye.